Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Leyla Xalid, endama Polîtburoya Eniya Rizgariya Gel Filistînê (ERGF) û yek ji navên girîng ên berxwedana Filistînê, ji bo beşdarî konferansa “Aştiya Li Rojhilata Navîn” a Konfederasyona Sendîkayên Kedkaran (KESK) hatiye Tirkiyeyê.
Leyla Xalidê li Amedê serdana Leyla Guven, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) kiriye ku Guven 159 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Xalidê piştî serdanê li ber mala Guvenê axivî ye û wiha gotiye:
“Ez hatim serdana hevala xwe Leyla Guvenê bikim. Ez gelekî behitîm û şaşwaz bûm. Jineke gelekî bihêz, şoreşgerek, parlamenterek. Tenê ji bo mafên mirovan bi cih were ketiye greva birçîbûnê.
“Birêz Ocalan wê nexwaze ji bo tecrîda li ser wî rabe, ti kes bimire. Ez ji vî tiştî pêbawar im. Min ji wê re jî heman tişt gotin. Ev tişt di çanda me de nîne, em ne ji bo mirinê lê ji bo jiyanê têdikoşin. An em serkeftinê bi dest dixin an jî li ber xwe didin. Divê rêya me ev be.
“Ev peyama min ji bo birêz Erdoganî re ye. Niha divê nîşan bide ku ew girîngiyê dide jiyana mirovan. We Birêz Ocalan revand û we ew xiste girtîgehê. Bi şeklekî din we nekarî bû wî bixistayê.
“Ji ber wê ez bang li hikûmetê dikim ku peyama Leyla Guvenê bibihîzin. Destûrê nedin ku mirov tenê ji bo parastina mafên mirovan bimirin. Her gavê dibêjin ku ew mafên mirovan diparêzin lê gelek binpêkirinên mafên mirovan heye, weke di rewşa Birêz Ocalanî de. Divê rêya hevdîtina Ocalanî ya bi malbata wî, parêzerên wî, çapemeniyê yanî bi cîhanê re bê vekirin”. (EMK/FD)
* Çavkaniya nûçe û fotografan: Çapemeniya HDPyê