Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji sala 2017ê ve li Tirkiyeyê bernameyên Queer Olympixê têne pêkanîn. Îsal di 23-25ê Tebaxê de cara sêyem Queer Olympix dê bê pêkanîn.
Tîma tepa pêyan(fûtbol) ya bi navê Atletik Dildoa tîmek e ku piraniya fûtbollîzên di wê tîmê de dilîzin jinên endamên rêxistinên LGTByan in.
Wê tîmê sala 2017ê bi daxuyaniyekê dabû zanîn ku ew li dijî heteroseksûelîzmê ne û ew ê bi lîstina topanê sekna xwe ya li dijî vê yekê diyar bikin.
Piştî vê daxuyaniya tîmê wan dest bi amadekirina olîmpîyatê kiriye. Bernameyên Queer Olympixê dê li giraveka Stenbolê ya bi navê Heybelî bê pêkanîn.
(EMK/MB)