RTUKê bi hestên Homofobîk ceza daye FOXê
Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan(RTUK) “ji ber têkiliya ne di rê de ya du mêran” ceza daye FOX Tvyê.
![RTUKê bi hestên Homofobîk ceza daye FOXê](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/207/415/original/rtuk510.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan(RTUK) “ji ber têkiliya ne di rê de ya du mêran” ceza daye FOX Tvyê.
Lijneyê, ji ber rêzefîlmeka FOX TVyê ya bi navê “9-1-1” sê caran cezayê sekinandina weşanê daye.
RTUKê diyar kiriye ku “ew rêzefîlm têkiliya hevzayendan wek tişteka edetî nîşan dide.”
Di rêzefîlmê de lîstikvanên navdar ên wek Angela Bassett û Peter Krause jî dilîzin.
(EMK/MB)