Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê, Lijneya Bilind a Hilbijartinan(YSK), Sadi Guvenî bersiva pirsên li ser hilbijartina birêvebiriyên herêmî daye.
Guvenî gotiye:
“Pêvajoya hiqûqî temam nebûye.”
“Ferq: 15 hezar û 823 deng in”
Partiya Komarê ya Gelî(CHP) piştî ji-nû-ve jimartina dengan encamên nû eşkere kiriye. Li gor CHPyê:
Ekrem İmamoğluyî, 4 milyon û 171 hezar û 216 deng standine.
Binali Yıldırımî j, 4 milyon 155 hezar û 393 deng standine.
Ferq: 15 hezar û 823 deng in.
Dengên “ne-lê” yên ji sedî 90ê sindogan hatine hilbijartin.
Cihgirê serokê giştî yê berpirsyarê hilbijartinan, Ali İhsan Yavuzî gotiye wan xwestiye li Buyuk Çekmeceyê hilbijartin bê betalkirin û dengên li herêmên dî ji nû ve bê jimartin.
(AS/MB)