Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Yonca Akiciya ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê çar sale girtî ye, miriye. Akici bi îdiaya ku “endama rêxistinê ye” hatiye girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Akici duh (1ê Nîsanê) miriye. Cenazeyê Akiciyê ji bo karê otopsiyê birine Saziya Tibba Edlî, paşê jî ji bo binaxkirinê şandine Agiriyê.
Bixwîne - Leyla Guven: "Dawî li jiyana xwe neyînin"
Akici, bi armanca ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan, Rêberê PKKyê bê rakirin ji 1ê Adarê heta niha di greva birçîbûnê de bû. Hatiye îdiakirin ku Akiciyê 29ê Adarê hewl daye xwe bikuje.
Giran birîndar bûye û ew birine Nexweşxaneya Dewletê ya Çigiliyê.
Kemalbay: Wezareta Dadê berpirsiyar e
Serpîl Kemalbay, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê duh li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha nivîsandiye:
“Yonca Akici çûye ser dilovaniya xwe. Jineke ciwan a sipîsax li Girtîgeha Jinan a Şakranê bi awayekî şik û guman miriye! Yonca Akici ji 1ê Adarê heta niha tevlî zêdetirî 5 hezar girtiyan li hemberî tecrîdê di greva birçîbûnê de bû. Ji ber mirina wê Wezareta Dadê berpirsiyar e”.
Sezaî Temellî, Hevserokê Giştî yê HDPyê jî bal kişandiye ser kesên ku beriya niha li girtîgehê xwe kuştine û gotiye, “Bila êdî ti kesên din nemirin.”
Leyla Guven, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê ji 7ê Çiriya Paşiyê ya 2018ê û vir ve ji bo tecrîta li ser rêberê PKKyê, Abdullah Ocalan bê rakirin di greva bêdem û bêdor de ye. Guvenê piştî di girtîgehan de girtiyan bi armanca protestokirina tecrîdê xwe kuştin, 24ê Adarê peyamek daye. Li girtîgehan Zulkuf Gezen, Ayten Beçet û Zehra Saglam, her weha li Almanyayê jî Ugûr Şakarî xwe kuştiye.
Guvenê ji radyoya Dengê Welat re peyameke bi dengan şandiye û gotiye ku her çalakiyeke bi vî rengî parçeyekî ji wê dibe.
Guvenê di peyama xwe de wiha gotiye:
"Pêngava ku me dest pê kir demsalek li pey xwe hişt, her roj mezintir dibe û dewam dike. Her çiqas gava yekemîn min avêtibe jî ev pêngav berxwedana zindanan e. Daxwaza me li tevahiya cîhanê belav bû. Êdî her kes dizane ku gelê kurd jiyaneke di nava tecrîdê de qebûl nake.
“Wezîfeya me ya yekemîn ew e ku em moral û motîvasyona xwe bilind bikin. Çavkaniya bîrdoziya me her tim dibêje, şoreşger divê bi hêsanî nemirin, heta dawiyê li ber xwe bidin. Belê em jî li ber xwe didin. Em dizanin ku hêvî û azadiya me li girava Îmraliyê di bin tecrîdê de ye, dîl hatiye girtin. Di dîrokê de yekemcar bi hezaran di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem bê dorveger de ji bo rakirina tecrîdê li ber xwe dide.”
Heta niha pênc kes mirine
Beriya niha Medya Çinara 24 salî 25ê Adarê li Girtîgeha Tîpa Eyê, Zulkuf Gezenê 33 salî 17ê Adarê li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2yê ya Tekîrdagê, Ayten Beceta 24 salî 23yê Adarê li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglama 23ê salî 24ê Adarê li Girtîgeha Tîpa T ya Oltûyê xwe kuştiye. Her wiha Ugûr Şakar 22yê Adarê li bajarê Krefeldê yê Almanyayê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin miriye. (AS/FD)