Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Tirkiyeyê biryar daye ku ew ê fûzeyên S-400 ji Rûsyayê bikire Dewletên Yekbûyî yên Amerîkatyê(DYA) biryar daye ku ew ê parçeyên balafirên F-35 neşîne Tirkiyeyê.
Cara yekem e ku Amerîkayê biryar daye; parçeyên balafirên F-35 nefiroşe welatekê endamê NATOyê.
Ji bo balafirên F-35 li Tirkiyeyê kar bikin hin parçeyên ji projeya f-35ê divîya li wî welatî bihata bicihkirin. Lê Amerîkayê diyar kiriye ku ew ê wan parçeyan neşîne.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYAyê, Charles E. Summersî gotiye:
“Heta Tirkiye dest ji standina S-400an neberde, parçeyên ji bo firîna balafirên F-35 dê ji bo wî welatî neyê şandin.
“Heke Tirkiye S-400an bikire, pêvajoya beşdarbûna wê ya li projeya F-35an de dê bikeve di metirsîyê de.”
Civîna NATOyê heye
Civîna wezîrên karên derve yên wan welatên endamên NATOyê dê li Washingtonê bê pêkanîn. Wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Mevlud Çavuşoglu jî dê beşdarî civînê bibe.
(HA/MB)