Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navçeya Poturgeyê ya Meletiyê, di dema dengdanê de pevçûn derketiye û du kes bi çekan hatine kuştin.
Bûyer vê sibê li dibistana seretayî ya Bolunmezê ya navçeya Poturgeyê, saet di 10.30 deqîqeyan de çêbûye. Hatiye diyarkirin ku di dema dengdanê de di navbera du koman de pevçûn derketiye. Li gorî nûçeyên hatine weşandin, Hasan Aktaş û Ilyas Aktaş bi çekan hatine kuştin.
Karamollaoglu: Li hemberî dengdana aşkere derketine
Necdet Gokçinar, namzetê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê ji Partiya Saadetê diyar kiriye ku her du kesên hatine kuştin çavdêrên sendoqan ên ji partiya wan bûne.
Temel Karamollaoglu, Serokê Giştî yê Partiya Saadetê jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kiriye ku biraziyê namzetê AKPyê yê Poturgeyê êriş biriye ser wezîfedarekî wan ên sendoqan û yek jî çavdêrên wan. Di encamê de her du jî mirine. Karamollaogluyî destnîşan kiriye ku wezîfedarên wan nehiştine deng bi aşkere werin dayîn û hatine kuştin.
Kesê ku êriş kiriye hatiye desteserkirin. (AS/FD)