Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
1800 akademîsyenên li gelek welatan kampanyayeka îmzekirinê daye destpêkirin û piştgiriya akademîsyenên aştîxwaz kirine.
Bixwîne – Dadkirina Akademîsyenên Aştîxwaz
Dadgeheka Stenbolê 15 meh cezayê girtinê dabû Prof. Dr. Füsun Üstelê û dadgeha bilind pesend kiribû. Üstel akademîsyena pêşiyê bûye ku ceza standiye.
Azadiya xwe-îfadekirinê
Akademîsyenên ku kampanya daye dest pê kirin li ser vê yekê nivîsiye:
“Ev yek derbeyeka li azadiya xwe-îfadekirinê û azadiya akademîk e.”
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” têne dadkirin.
Akademîsyenên cîhanê diyar kiriye ku dadgehan ceza daye 169 akademîsyenan. Nîskarê ku xelata Nobelî standiye, Noam Chomskî jî piştgiriya vê banga ji bo akademîsyenan kiriye.
Saziyên piştgirên nameyê/bangnameyê ne ev in:
PEN International, PEN America, Columbia University’s Global Freedom of Expression, Article 19, National Writers Union – UAW Local 1981/AFL-CIO, Research Institute on Turkey, Academic Solidarity Network, Forum Transregionale Studien, Academics for Peace – North America, Academics for Peace – United Kingdom, California Scholars for Academic Freedom, English PEN û Dansk PEN.
Akademîsyenên Aşîxwaz
Da ku em bibînin ka karê rojnamegeran çi qasê zehmet û teknîkî ye mînakên baş dozên “Akademîsyenên Aşîxwaz” in. Piştî pêjoya çareseriyê bi dawî bû. Li Başûrê Rojhilatî xendek hatin kolandin û li warên jiyanê operasyon hatin kirin. Piştî vê yeke akademîsyenan nivîsek îmze kir. Bi îmzekirina wê nivîsê ew ji karen xwe hatin avêtin paşê yek bi yek li ser akademîsyenan doz hatin vekirin.
10ê Çileya Paşîn a 2016ê, "Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz" (BAK) danezana "Em ê nebin şirîkên vî sûcî" îmze kiribûn. Danezan bi îmzeya 1128 akademîsyenan hatibû weşandin. Paşê jimara beşdaran bûbû 2212. Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandmeha rêxistinê” doz li akademîsyenan vekiribû. Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 8ê Sibata 2019ê 473 akademîsyen hatine dadkirin. Her yek ji 87 akademisyenan salek û 3 meh; her yek ji 3 akademisyenan salek û 6 meh; akademisyenekê/î 2 sal 3 meh; her yek ji 2 akademisyenan 2 sal û 6 meh; akademisyenekî/ê 2 sal û mehek; akademisyenekî/ê 3 sal cezayê girtinê standiye. Bi vî awayî doza li ser 96 akademisyenan temam bûye û hemiyan cezayê girtinê standiye. Heta niho 11 akademîsyenan "Paşdedana Dema Eşkerekirina Biryarê(HAGB)" qebûl nekiriye. Ji bo 7 akademîsyenan salek 3 meh, ji bo akademîsyenekî/ê salek û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 2 sal û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 3 sal cezayê mehkûmiyê hatiye dayin. Ji bo akademîsyenekî/ê biryar hêj nehatiye eşkerekirin.
Dadgeha Cezayên Giran a 36. cezayê wan kesên HAGB nexwestîn kêm kir û 2 salan bi şertê kontrolkirinê cezayê akademîsyenan bi paş de da. Dadgeha Cezayên Giran a 32. Ji bo wan kesan ceza kêm kir lê dema cezadanê bi paş de neda. Dadgeha Cezayên Giran a 37. Hem ceza kêm nekir hem jî bi paş de neda. Pirsa HAGByê ji sê akademîsyenan nehat kirin. Yek ji akademîsyenên HAGB jê nehatî pirsin salek û 6 meh, yekî/ê salek û 3 meh, yekî/ê 2 sal û 3 meh cezayê girtinê standiye. Akademîsyenên ku ji 2 salan zêdetir ceza xwariye û dema cezayî nehatiye paşdedan dêli benda biryara îstinafê bimînin. Îstinaf dê biryarê pesend bike an jî betal bike. Heke pesend bike akademisyen dê biçin girtîgehan. 10 Adara 2016ê Alk. Doç. Dr. Esra Mungan, Alk. Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Yrd. Doç. Dr. Meral Camcı (31ê Adara 2016ê) di kongreyeka rojnamegeran de danezan xwend. Ew bi Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê(TMK 7/2) bi sûcê “propagandaya ji bo teröre hatin girtin. 22yê Nîsana 2016ê serbest bûn. Bi daxwaza dozgerî Wezareta Dadê destur da ku akademisyen bi sûcê “Sivikkirina(şikênandina qedrê) Gelê tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û organên wê - TCK 301.” bene dadkirin. Dadkirina wan didome.
(TP/MB)