Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitkîne
Ji ber ku nûçegihana berê ya rojnameya Cumhuriyetê, Pelin Unkerê nûçe li ser “Paradise Papersê*” çêkiribû, Berat û Sedat Albayrakî doz lê vekiribû.
Rojnameger bi sûcê “heqaret û îftirakirina bi rêya çapemeniyê” hatibûn sûcdarkirin.
Dadgeha Cezayên Aslîyê ya 2. a Stenbolê ji ber “demambûna demê doz-lê-vekirinê” biryar daye ku doza li Pelin Unkerê hatî vekirin betal bike.
*Paradise Papers: Komeka agahiyên dîjîtal in ku Süddeutsche Zeitungê li medyaya dinyayê belav kiriye. Tê de diyar dibe ku ji bo nedayina bacê, xwe-xelaskirina ji ambargoyan gelek kesên pilebilind ên welatan li girêvên bacê nastînin hesabê xwe vekirine.
Çi bûbû?
Komek ji çapemeniya cîhanê, lêkolîn li ser 13 milyon û 400 hezar belgeyên derbarê hesabên offshore yên 120 siyasetmedar û karsazên ji 50 welatan kiribûn. Navê van belgeyan weke Paradise Papers (Kaxizên Bihuştê) hatibû danîn.
Derketibû holê ku di nava wan belgeyan de navê Berat Albayrak, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî û birayê wî Serhat Albayrak derbas dibe. Her weha hatiye dîtin ku her du kurên Serokwezîrê demê Bînalî Yildirimî li Maltayê xwedî şîrketên ‘offshore’in.
Li Tirkiyeyê jî weke gelek saziyên medyayê rojnameya Evrenselê jî nûçeyên van belgeyan çêkiribûn.
Piştî ku nûçe hatin weşandin Berat û Serhat Albayrak, doz li ser rojnameger Çagri Sari, Midûra Kevin a Karên Nivîsan a Rojnameya Evrenselê vekiribûn. Hatibû îdiakirin ku “heqaret û bêbextî” li wan hatiye kirin û daxwaz kiribûn ku bila Çagri heta şeş salan bi cezayê girtinê were cezakirin.
(HA/MB)