Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Leyla Guven, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li 6em Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê tê dadgehkirin. Guven beşdarî danişînên li vê dadgehê nebûye û îfade nedaye. Ji ber vê sedemê, hatiye xwestin ku li 5em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îfadeyê bide. Duh (27ê Adara 2019ê) danişîn li vê dadgehê çêbûye.
Dadgehê biryar girtiye ku Guven bi darê zorê bibin danişîne. Guven 141 roj in ku di greva birçîbûnê de ye.
Guven li Amaraya Rihayê axivî bû û bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê” kiriye doz lê hatibû vekirin.
“Destûra bingehîn hatiye binpêkirin”
Reyhan Yalçindag-Baydemîr, parêzera Leyla Guvenê ji bianetê re nirxand û got ku, doz piştî Leyla Guven weke parlamenter hatiye hilbijartin hatiye vekirin û ev tê wateya binpêkirina Xala 83. A Destûra Bingehîn:
“Danişîna vê dozê wê 3yê Nîsanê li Rihayê çêbibe. Em ê di vê danişînê de jî nerazîbûnên xwe bînin ziman. Li vir Destûra Bingehîn tê binpêkirin. Divê demildest ev doz betal bibe. Rewşa tenduristiyê ya Leyla Guvenê di asteke xeter de ye. Em vê biryara birina bi darê zorê qebûl nakin ku ji bo keseke tenduristiya wê nebaş hatiye dayîn. Me îro ev bi awayê nivîskî û devkî ji dadgehê re pêşkêş kir. Lê dadgehê ev îtirazên me qebûl nekir. Em hêvî dikin ku ev biryar wê ji aliyê hiqûqê ve di danişîna pêşiyê de were guhertin”. (EMK/FD)