Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) daxuyaniyek hevbeş dane. Civîna daxuyaniyê li avahiya HDPyê ya Amedê çêbûye.
Civîn piştî civîna Lijneya Birêveberiya Navendê ya HDPyê bi rê ve çêbûye û Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, Hevserokên Giştî yên HDPyê, Gulistna Koçyîgît, Hevberdevka HDKyê, Mehmet Arslan, Hevserokê DBPYê û Bedran Ozturk, Hevserokê KCDyê beşdarî civînê bûne.
Di civînê de li ser Newroz, grevên birçîbûnê û xwekuştinên li girtîgehan nirxandin hatine kirin. Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya HDPyê bi kursatî wiha axivî ye:
“Ji bo tecrîd rabe greva birçîbûnê tê meşandin”
“Leyla Guven 139 roj in di greva birçîbûnê de ye, li girtîgehan jî 101 roj in ku grev didome. Grevên birçîbûnê ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalanê li İmraliyê ye bê rakirin tên kirin ku çar sal in ev tecrîd berdewam e û dijmirovahî û dijhiqûqî ye û hatiye girankirin.
“Em jiyanê biparêzin”
“Mixabin di 10 roj ên dawiyê de, çar cenaze ji girtîgehan derketiye. Çar girtiyan ji bo protestokirina tecrîdê xwe kuştiye. Kesekî ku li Almanyayê agir bera laşê xwe daye, mixabin miriye.
“Em hemû sazî helbet ne mirinê, jiyan û jiyînê diparêzin.
“Careke din divê me bînin ziman ku her bi çi sebebê be bila bibe, em xwekuştinan napejirînin.
“Hemû têkoşîn û hewldanên me ji bo kesek nemire û pirsgirêk bên çareserkirin û aştiya misoger ava bibe.
“Ji ber wê em bangeke aşkere li hemû kesan dikin ku çalakiyên bi vî awayî berdewam nekin. Werin li hemberî zilmê, em jiyanê biparêzin û têkoşîna xwe berdewam bikin.
“Revandina cenazeyan a ji malbatan şerm e”
“Helwesta desthilatdariyê ya li hemberî cenazeyên kesên li girtîgehan xwe kuştine, him ji hêla hiqûqê û baweriyê, him jî ji hêla mirovî û exlaqî nayê qebûlkirin.
“Cihê şermê ye ku cenazeyan ji malbatan birevînin, bêyî destûra malbatan werbigirin û mafê binaxkirinê ji wan bistînin, bi rapêçkirinê û bi darê zorê cenazeyan binax bikin”. (EKN/FD)