Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
TUIKê(Saziya Statîstîkan ya Tirkan) rêjeya bêkariyê ya sala 2018ê eşkere kiriye. Li gor saziyê ji sedî 11ê civakê bêkar bûye.
Di sala 2018ê de li gor sala 2017ê 83 hezar kesên dî jî bêkar bûne. Bi vî awayî jimara bêkaran bûye 3 milyon û 537.
Lêkolîna bêkariyê li ser wan kesên ji 15 saliyê mezintir hatiye kirin.
*Sala 2018ê li jimara kesên kar dikin 549 kes hatiye zêdekirin. Bi vê yekê jimara wan kesên kar dikin bûye 28 milyon û 738.
*Ji sektora çandiniyê 167 hezar kes kêm bûne.
*Jimara dest bi karîkirinê ya mêran 0,2 pûanan bilind bûye û bûye ji sedî 72,7.
* Jimara dest bi karîkirinê ya jinan 0,6 pûanan bilind bûye û bûye ji sedî 34,2.
*Jimara bêkaran herî zêde li bajarên Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Sêrtê ye.
*Li bajarê Mêrdînê rêjeya bêkarîyê ji sedî 25 e, pey wê Êlih, Şirnex û Sêrtê tê.
*Bajarê rêjeya karkirinê herî bilind ev in: Tekirdağ, Edirne, Kırklareli.
(HA/MB)