Ji bo nûçeya tirkî / ingilizî bitikîne
Walîtiya Bedlîsê 20 û 25ê Kanûna Paşiyê ji bo hin gund û gundikan biryara qedexeya derketina derve dabû. Piştî du mehan ev biryar hatiye rakirin. Lê piştî ku Walîtiyê qedexe bi dawî aniye, vê carê jî li hin herêmên Hîzan û Tetwanê biryara qedexeya derketina derve ragihandiye. Biryar ji bo rojekê hatiye standin.
Walîtiyê diyar kiribû ku ji ber wê li 43 gund û gundikên Bedlîsê operasyon çêbibe, 20ê Kanûna Paşiyê saet ji 06.00ê û pê de derketina derve hatiye qedexekirin.
Piştî vê biryarê Walîtiyê dîsa diyar kiriye ku li gundên Agaçpinar û Ayrancilarê û gundikên bi ser van gundan ve girêdayî, wê ji 25ê Kanûna Paşiyê û pê ve derketina derve bê qedexekirin.
Walîtiye 19ê Adarê di malpera xwe ya fermî de ragihandiye ku ev biryarên ku hatine dayîn bi dawî bûne.
Li Hîzan û Tetwanê derketine hatiye qedexekirin
Walîtiyê 19ê Adarê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku li 15 gund û gundikên Tetwanê û sê gund û gundikên Hîzanê heta 21ê Adarê derketina derve hatiye qedexekirin.
Biryara qedexeyê bi sedema ku wê operasyon çêbibe hatiye standin.
Qedexe îro li tevahiya bajêr bi dawî bûye.
Li Bedlîsê di sê sal û nîvan de 20 caran derketina derve hatiye qedexekirin
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) 3ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê aşkere kiriye ku biryarên qedexeya derketina derve herî zêde ji bo Amedê hatiye standin.
Di navbera 16ê Tebaxa 2015ê û 3ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê, li Bedlîsê 20 caran biryara qedexeya derketina derve hatiye standin.