Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) wê biryara xwe ya derbarê Demîrtaşî de li Daîreya Mezin careke din nîqaş bike. Dadgehê 20ê Çiriya Paşiyê ya 2018ê biryar dabû û gotibû “bila Demîrtaş bê berdan”.
Şêwirmendiya Têkiliyên Bi Gel û Çapemeniyê re ya Wezareta Dadê derbarê biryarê de diyar kiriye ku DMMEyê serlêdana Tirkiyeyê qebûl kiriye. Lê Mahsûnî Karaman, parêzerê Demîrtaşî got ku DMMEyê ne tenê serlêdana Tirkiyeyê her weha ya Demîrtaşî jî qebûl kiriye.
Bixwîne - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê: Bila Demîrtaş bê berdan
Karaman: Wê Dadgeh biryarê dîsa binirxîne
Karaman ji bianetê re got ku DMMEyê “biryar daye li gorî serîlêdana Demîrtaşî û ya hikûmetê li Daîreya Mezin dîsa nirxandinekê bike”.
Karamanî diyar kir û got, biryara Daireya Mezin biryareke wisa ye ku berpirsiyariya wê heye û wiha berdewam kir:
“Berpirsiyariya wê teqez e. Heke derbarê girtîtiya Demîrtaşî de biryareke binpêkirinê bide divê Demîrtaş bê tehliyekirin”.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara xwe ya derbarê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de 20ê Çiriya Paşiyê ya 2018ê de aşkere kiriye.
Dadgehê biryar girtiye ku ji bo dawiyê li rewşa girtîtiyê ya Demîrtaşî bîne, divê hemû tedbîr bên standin. Dadgehê her weha 23 hezar Euro cezayê pareyan li Tirkiyeyê birî ye.
Benan Molu û Ramazan Demîr, parêzerên Demîrtaşî ji bianetê re gotin ku “Li gorî vê rewşê divê Demîrtaş demildest bê berdan.”
DMMEyê biryara xwe di çarçoveya Xala 46/1ê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de daye û gotiye heke rewşa girtîtiyê berdewam bike, ev tê wê wateyê ku Tirkiye di çarçoveya xala 46/1ê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de (PMME), berpirsiyariya xwe ya girêdana bi biryarên DMMEyê re binpê dike.
Çi bûbû?
Ji bo Demîrtaş bê tehliyekirin 15ê Gulanê serî li 19em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hatibû dayin lê ev daxwaz li gorî biryara di 21ê Gulanê de hatibû dayin nehatibû qebûlkirin.
Parêzeran li ser vê biryarê serî li 20em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ango serî li dadgeheke bilind daûn lê ev jî di 24ê Gulanê de hatibû retkirin.
Parêzeran 29ê Gulanê ji bo serîlêdana Demîrtaşî di rêza pêşiyê de were gotûbêjkirin 29ê Gulanê serî li Dadgeha Destûrê dabûn.
Ajansa Anadolûyê (AA) 13ê Hezîranê nûçeyek belav kiribû û gotibu ku Dadgeha Destûrê daxwaza tehliyeyê nehatiye qebûlkirin.
HDPyê 14ê Hezîranê daxuyaniyeke nivîskî belav kiribû û diyar kiribû ku dadgehê di çarçoveya Xala 73 ya Rêziknameyê biryara retkirinê daye. Lê ti daxwaza wan a di çarçoveya vê xalê de çênebûye. Wan daxwaz di çarçoveya Xala 68ê de kirine.
Demîrtaşî jî 19ê Hezîranê bi rêya parêzerên xwe gotibû ku “Nûçeyên ku dibêjin Dadgeha Destûrê daxwaza min a tehliyeyê qebûl nekiriye ne rast in. Dadgeha Destûrê hîna serîlêdana tehliyeyê ya parêzerê min gotûbêj nekiriye.” (EKN/FD)