Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Dêrsîmê bi îdiaya ku di dema civîna aşkerikirina namzetên partiya xwe de “propagandaya rêxistinê kiriye”, ji bo Sezaî Temellî, Hevserokê Giştî ye Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) lêpirsînname amade kiriye.
Serdozgeriyê îdia kiriye ku di dema civînê de Temelliyî “pesnê Abdullah Ocalanî daye û di axavtina xwe de propagandaya rêxistina terorê ya dijyasayî kiriye” û daxwaz kiriye ku parêzbendiya wî bê rakirin.
Dosyaya parêzbendiyê şandine Enqereyê
Dosyaya ku hatiye amadekirin ji Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ya li karên parêzbendiya parlamenteran dinêre re hatiye şandin.
Her weha ji bo Halîde Turkoglû, Alîkara Hevserokên Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî bi îdiaya ku di axavtina xwe de “propagandaya rêxistinê kiriye” lêpirsînname hatiye amadekirin.
Serdozgeriya Komarî ya Wanê, bi îdiaya ku 19ê Kanûna Pêşiyê ya 2018ê li Wanê di civîna partiya xwe de “propagandaya rêxistinê kiriye, gelê tirk biçûk xistiye” 19ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê lêpirsînname amade kiribû. (PT/FD)