Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî daneyên Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (İSİG), di sala 2018ê de li Stenbolê herî kêm 226 karker mirine.
Li gorî van daneyan li Tirkiyeyê herî zêde li Stenbolê karker di dema karkirinê de dimirin. Her ji heft mirinan yek jê li Stenbolê çêdibe.
Di raporê de Meclîsê diyar kiriye ku hejmara şewatên li kargehan û fabrîkayan her weha kedxwarî û istismara li ser penaberan zêde bûye.
Ji sedî çar jê jin in
İSİGê ji sedî 38ê zanyariyên xwe ji çapemeniya herêmî û ya netewî, ji sedî 62yê jî ji heval, û malbatên karkeran, pisporên ewlehiya karî, doktorên kargehan û sendîkayan wergirtiye.
Li gorî van zanyariyan;
* Li Stenbolê ji sedî çarê karkerên ku mirine jin in, ji sedî 96 jî mêr in.
* Ji pêncan yekê wan ji 18 salî heta 27 salî, ji çaran yekê wan jî ji 50 salî û berjortin bûne.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku hejmara karkerên jin ên ku mirine baş nayê zanîn û weke “kuştina li ser karî” nayê qebûlkirin.
Mirina du karkeran ji ber nexweşiyên pîşeyî bûye.
Her weha tenê yek ji karkeran endamê sendîkayê bûye.
Li Stenbolê herî zêde li înşeatan karker mirine.
Her ji sê karkeran yek ji ber ketina ji derên jor mirine.
Karkerên penaber en ku mirine ji van welatan e: 8 efxanî, 4 sûrî, 4 turkmenistanî, 3 pakistanî, 2 azerî, ozbekiyek, rûsiyek, ukrayniyek.
Li gorî salan hejmara karkerên ku mirine
Di raporê de behsa hejmara mirina karkeran a li gorî salan jî hatiye kirin:
* 2013 – herî kêm 96
* 2014 – herî kêm 198
* 2015 – herî kêm 142
* 2016 – herî kêm 262
* 2017 – herî kêm 230
* 2018 – herî kêm 226
(TP/FD)