Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Girtiyê bi navê Zulkuf Gezen 16ê Adarê li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2yê ya Tekîrdagê, xwe kuştiye. Gezen 1ê Adarê bi armanca rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalanî, dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Ahmet Gezen, mamê Zulkuf Gezenî diyar kiriye ku biraziyê wî 1ê Adarê dest bi greva birçîbûnê kiriye, lê ji ber ku nexweşiya Hepatît Byê pê re hebûye, hevalên wî di roja 10 de hiştine ku dest ji grevê berde. Ahmet Gezenî gotiye ku ti pirsgirêkên psîkolojîk ên biraziyê wî nebû û sedema xwekuştinê protestoya tecrîdê ye.
Dozgerî: Ne çalakiya fedakirinê ye
Serdozgeriya Komarî ya Tekîrdagê li ser vê rewşê daxuyaniyek belav kiriye û wiha gotiye: “Ew nûçe ne rast in ku dibêjin Zulkuf Gezen li Girtîgeha Tekîrdagê di greva birçîbûnê de bû û çalakiya xwefedakirinê kiriye û xwe kuştiye”.
Serdozgeriyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku Gezen li serşoka qawîşê bi benê cilraxistinê xwe kuştiye.
Cenazeyê Gezenî pêşiyê birine morga Nexweşxaneya Lêkolînê ya Namik Kemalî. Malbata Gezenî piştî agahî ji wan re çûye, ji bo cenazeyî bibin ji Amedê hatine Stenbolê. Malbatê cenaze ji nexweşxaneyê wergirtiye û ji bo bibe Amedê ber bi Balafirxaneya Ataturkê çûne.
Polîsan biriye Amedê
Gulistan Kiliç Koçyîgît, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) gotiye ku cenaze birine morga balafirxaneyê û wê serê sibehê saet di 09.50 deqîqeyan de bi balafirê bibin Amedê. Lê cenaze di saetên şevê de birine Amedê.
Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDPê destnîşan kiriye ku polîsan dest daniye ser cenazeyê Zulkuf Gezenî û bêyî agahiyê bidin xizmên wî yên li Stenbolê weke korsanan cenaze revandine.
Ji bo bi şev binaxbikin polîsan zext li malbatê kiriye
Piştî ku cenaze çûye Balafirxaneya Amedê hat îdiakirin ku polîs li malbata Gezenî geriya ne û gotine, “Em ê îşev ceneza binax bikin. Hûn dixwazin beşdar bibin, hûn naxwazin jî hûn dizanin”.
Pero Dundar, Mûsa Farîsogûllari, Remziye Tosûn, Nûran Îmîr, Feleknas Ûca, Salîha Aydenîz û Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDPyê ji bo cenazeyî bigirin çûne Balafirxaneya Amedê.
Polîsan destûr nedaye ku parlamenter bikevin nava balafirxaneyê û diyar kiriye ku ew ê destûra beşdariya li binaxkirina cenazeyî nedin.
Polîsan cenazeyê Gezenî ji balafirxaneyê derxistine û birine Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Baglarê. Polîsan bi wesayitên zirxpoş goristan dorpêç kiriye.
Bi beşdariya hin kesên ji malbata Gezenî, cenaze di saetên şevê de hatiye binaxkirin.
Cezayê muebeta girankirî li hatiye birîn
Zulkuf Gezen 30 salî bûye. Bi îdiaya ku têkiliya wî bi êrişa li taxa Balikçilarbaşi ya Amedê ya 10ê Çiriya Paşiyê ya 2017ê ya li ser polîsan heye hatiye girtin. Di wê êrîşê de polîser miribû, du polîs û çar kesên din birîndar bûbûn. Sala 2010ê 109 sal û 6 meh cezayê muebeta girankirî lê hatibû birîn. (HA/FD)