Foto: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Zelandaya Nû hejmara kesên di encama êrişa roja înê ya li ser du mizgeftan de mirine, gihiştiye 50yî. Kesekî din di çarçoveya lêpirsîna êrîşê de hatiye desteserkirin.
Hatiye diyarkirin ku kesê hatiye desteserkirin 22 salî ye. Her weha ji ber binpêkirina ‘Yasaya Tesnîfkirina Weşanan, Film û Vîdeoyan’ hatiye desteserkirin.
Polîsê Zelandaya Nû diyar kiriye ku “Em dixwazin bi bîr bixin ku sûc e weşanên qedexe li ser xwe bigirin, di encamê de dibe cezayê girtinê li wan bê birîn”.
Facebookê di 24 saetan de milyon û nîv vîdeo hatine jê biriye
Gumanbarê avûstûryayî dema êrîşê bi kameraya GoProy tomar kiriye û bi awayekî zindî li ser Facebook, Youtube û Twitterê weşandiye.
Facebookê diyar kiriye ku piştî 24 saet li ser êrîşê borîye, li tevahiya cîhanê wan milyon û nîv vîdeo jê biriye û milyon û 200 hezar vîdeo jî di dema barkirinê de hatine astengkirin.
Youtube û Twitterê jî destnîşan kirine ku ew ê di demeke kurt de van vîdeoyan jê bibin.
Richard Peters, parêzerê gumanbar Brenton Tarrantî ji ajansa AFPyê re diyar kiriye ku bi qasî xuya dike, gumanbar naxwaze kes wî biparêze. (PT/FD)