Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku îdianameya derbarê Çalakiyên Geziyê de hate aşkerekirin û tê de Osman Kavala û 15 mafparêz weke ew kesên ku çalakiyên Parka Geziyê “birêxistin kirine, plan kirine, bi parvekirinên provoktatîf bandor li ser mirovan kirine, bûyerên tundkariyê bi rê ve birine” hatine nîşandan Piştevaniya Ji Bo Taksîmê re civîneke çapemeniyê li dar xist.
Koma Piştevaniya Ji Bo Taksîmê ji 128 saziyên pêk tê ku di nava wan de endamên Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirkan (TMMOB), rêxistinên civaka sivîl, komele, sendîka û kooperatîfan pêk tê. Civîn li avahiya Odeya Mîmarên Stenbolê ya li Karakoyê çêbû.
Gelek endamên rêxistinên civaka sivîl, parlamenter û rojnameger beşdarî civînên bûn.
Di dema civînê de endama TMMOBê û ji koma Piştevaniya Ji Bo Taksîmê Mucella Yapici, Serokê Lijneya Rêveber ê TMMOBê Emîn Koramaz, Seroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK) Arzû Çerkezoglû, Hevseroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karmendan (KESK) Aysûn Gezen û Serokê Konseya Navendî ya Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB) axivîn.
Her weha Mucella Yapiciyê daxuyaniya nivîskî jî xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Bi wê îdianameya ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê amade kiriye û 30em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hefteya borî qebûl kiriye, ya ku delîlên berbiçav tê de nîne, li gorî esasên teoriyên komployan hatiye nivîsandin û dûrî aqilan e, dixwazin dîroka Geziyê ji nû ve binivîsin”.
Koramaz: Em ê xwedî li hevalên xwe derkevin
Piştî xwendina hevbeş, Emîn Korkmaz, Serokê Giştî yê TMMOBê axivî û got, di dema lêpirsînê de jî ew xwedî li Geziyê derketine û ew ê xwedî li wan hevalên xwe jî derkevin ku dixwazin ceza li wan bibirin.
Arzû Çerkezoglû, Seroka Giştî ya KESKê jî got ku ji bo bîranîna kesên di dema Geziyê de mirine, hatine birîndarkirin, ew ê xwedî li Tirkiyeya Geziyê derbikevin.
Herweha Huda Kaya, Parlamentera Partiya Demokratîka Gelan (HDP) ya Stenbolê jî axivî û got ku, ew bi xwe jî di dema Berxwedana Geziyê de tevlî jinên muxalif û yên feminîst, di nava wan jinan de bû ku hewl didan dijûnên zayenperest û yên nêrza jê bibin de bû.
Kayayê diyar kir ku “Heke beşdariya li Geziyê sûc be em hemî li Geziyê bûn”. (HA/FD)