Polîsekî heqaret li dersdêrê ixrackirî kiriye, lê dadgehê biryara beraetê ji bo polîsî daye
![Polîsekî heqaret li dersdêrê ixrackirî kiriye, lê dadgehê biryara beraetê ji bo polîsî daye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/206/191/original/dersdêr.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsekê heqaret li Engîn Kartaş, dersdêrê li navçeya Bodrûmê ya Mûglayê hatiye ixrackirin kiriye, dihat dadkirin. Dadgehê biryara beraetê ji bo polîsî daye.
Karataş ji bianetê re axivî û got polîs di dema bûyerê de şîmaq li ruyê wî daye û hin kes jî bûne şahidê bûyerê. Lê “bi şahidiya polîsekî hatiye beraetkirin”.
Polîsî di îfadeya xwe de diyar kiriye, wî ji bo Karataşî negotiye “li mala xwe alîkarî daye terorîstan”. Polîsê ku bûye şahidê polîsê din jî gotiye ku ew nebûye şahidê bûyerê.
Kesekî din diyar kiriye ku ew bûye şahidê bûyerê lê dadgehê biryara beraetê daye polîsî.
Engin Karataş 29ê Çiriya Pêşiyê ya 2016ê di encama Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji karê xwe hatibû dûrxistin. Ji wê rojê û pê de li qada Bodrûmê çalakiyan li dar dixe. Ji bo dengê xwe bi karî be bide bihîstin, bi paraşûtê li asîmanê çalakî kiribû û dema daketibû xwarê hatibû desteserkirin. (AS/FD)
Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket
![Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket](https://static.bianet.org/haber/2023/10/03/gazeteci-aysenur-arslan-ifadeye-goturuluyor.jpg)
Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin
![Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/284/275/original/44bb.jpg)
Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim
![Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/283/600/original/celalettin-can-tutuklama.jpg)
DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye
![DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/280/248/original/66bb.jpg)
Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”
![Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/274/869/original/hatay.jpeg)