Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Girtîgeha Îmraliyê, axiftina bi telefonê ji bo girtîyekê bi navê Veysi Aktaş qedexe kiriye.
Girtîgehê salekê diyar kiriye ku telefon xera bûye û nehiştiye girtî bi ti kesan re bi telefonê biaxive.
Dadgeha Qanûna Bingehîn cezayê maddî daye dewletê. Dewlet dê ji bo salekê mesrefa dadkirinê û 4 hezar TL bide Aktaşî.
Bixwîne - Girtîyan ragihandiye ku ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin
Heman girtîgeh ji sala 2011ê ve rê nade rêberê PKKyê, Abdullah Ocalan û parêzerên xwe hev bibînin. Mehmet Ocalan birayê Abdullah Ocalanî, sala 2016ê û 12ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê birayê xwe yê mezin li girtîgehê dîtibû.
120 rojên grevê
120 roj in ku Leyla Guven “ji bo rakirina tecrîda li ser rêberê PKKyê, Abdullah Ocalanî” di greva birçîbûnê de ye.
“Telefon xera bûye”
Pêşiyê dadgehê diyar kiriye ku ji ber telefon xera bûye mafê peywendiyê ji bo Aktaşî nehatiye dayin. Paşê diyar kiriye ku ew yek ji “girtîyên metirsîçêker” e ji ber wê ji bo wî peywendî hatiye qedexekirin.
Bixwîne - Leyla Guven ji nexweşxaneyê derket
Piştî wê yekê dadgehê diyar kiriye ku Aktaş digel Abdullah Ocalanî hefteyê sê caran dicive û “çêdibe gotinên wî yên wek fermanan bigihîne endamên rêxistinê.”
(AS/MB)