Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Daîreya Lêkolînê ya Genel-İşê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK) rapora xwe ya çarem ya derbarê Keda Jinan de aşkere kiriye. Rapor bi sedema hatina 8ê Adarê Jinên Cîhanî tê amadekirin û tê armanckirin ku pirsgirêk û astengiyên di dema karkirinê de derdikeve pêşberî jinan nîşan bide.
Ji bo amadekarina raporê sûd ji daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TÜİK), Rêxistina Geşepêdan û Hevkariya Ekonomîk (OECD), Rêxistina Karkirinê ya Navnetewî (ILO), Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî (ÇSGB) û Saziya Kar a Tirkiyeyê (İŞKUR) hatiye wergirtin.
Hin xalên ku di raporê de hatine nivîsandin ev in:
* Ji sala 2017ê û vir ve tenê ji 10 jinan 3 jin di karekî de dixebitîn. Rêjeya kardîtinê ya jinan 28,9 bûye û ev rêje di nava mêran de ji sedî 65,1 bûye. Di meha Çiriya Paşiyê ya sala 2018ê de rêjeya jinên ku kar dikirin ji sedî 29,1 bûye.
* Li welatên Yekîtiya Ewropayê rêjeya jinên ku di karekî de dixebitîn ji sedî 45,9, li welatên endamên OECDyê ev rêje ji sedî 44,4 e.
3 milyon jin heftê ji 45 saetan zêdetir kar dikin
* Jin ji ber rolên wan ên civakî, di dema karkirinê de du caran mesaiyê dikin. Sala 2014ê hejmara jinên ku heftê zêdetirê 45 saetan kar dikirin 2 milyon û 774 bûye, ev hejmar di sala 2017ê de bûye 2 milyon û 974. Yanî di nava van salan de 200 hezar kes lê zêde bûye.
* Zêdetirê van jinên ku ji 45 saetan zêdetir kar dikin, ne bi awayekî fermî kar dikin.
* Di sala 2018ê de hejmara jinên ku bêkar in zêdetir bûye ku di nava vê salê de krîza ekonomîk rû daye.
* Di meha Nîsanê de hejmara jinên ku bêkar in li ber kêmbûnê bûye, lê ji meha Hezîranê û pê de ev hejmar dîsa bilind bûye. Di meha Çiriya Paşiyê de rêje gihiştiye ji sedî 15yê. Di nava mêran de ev rêje ji sedî 11,2 bûye.
* Di sala 2018ê de hejmara kesên ku serî li pereyên bêkariyê daneli gorî par, ji sedî 57,7 zêdetir bûye. (EMK/FD)