Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” têne dadkirin.
Li 25em Dadgeha Cezayê Giran (DCG) a Stenbolê ji Zanîngeha Sabanciyê Prof. Dr. L. N.
Li 26em DCGyê ji Zanîngeha Ozyegînê Alk. Doç. Dr. Z. H û ji Zanîngeha Stenbolê Alk. Doç. Dr. Eylem Ozdemîr,
Li 37em DCGyê ji Zanîngeha Bogazîçiyê Doç. Dr. Z. U., xwendekara doktorayê Bîrgul Sarioglû, dersdêr Ahû Ersozlu, lêkolîner Refet Ali Yalçin û ji Zanîngeha Marmarayê Dr. Esra Demîr-Gursel hatin dadkirin.
Derbarê akademisyenekî de biryara zeftkirinê hate standin
Li 25em DCGyê, heyeta dadgehê 25 meh cezayê girtinê li Prof. Dr. L. N. ya ji Zanîngeha Sabanciyê birî. Ji ber ku cezayê lê hatiye birîn, ji 24 mehan zêdetir bû, biryara aşkerekirinê nehat taloqkirin.
Li 26em DCGyê jî dozên du akademisyenan bi rê ve çû. Li vir jî heyeta dadgehê biryar girt ku ji bo dozger nêrîna xwe ya derbarê esasê dosyayê de aşkere bike, dosya şand ber destê dozgerî. Wê dadkirina akademisyenan 12ê Hezîranê berdewam bike.
Li 37em DCGyê pênc akademisyen hatin dadkirin. Di danişîna lêkolîner Refet Ali Yalçinî de, ji ber ku Yalçin li derveyî Tirkiyeyê bûye beşdarî danişînê nebû. Parêzera wî Merîç Eyûboglûyê diyar kir ku Yalçin li derveyî Tirkiyeyê ye û weke lêkolîner kar dike. Daxwaz ji heyetê kir ku biryarê bidin da ku hewce nake Yalçin beşdarî danişinan bibin û dadkirinê bihêlin ji mehên havînê re.
Heyetê biryara zeftkirinê ji bo Yalçinî derxist.
Çi bûbû?10ê Çileya Paşîn a 2016ê, "Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz" (BAK) danezana "Em ê nebin şirîkên vî sûcî" îmze kiribûn. Danezan bi îmzeya 1128 akademîsyenan hatibû weşandin. Paşê jimara beşdaran bûbû 2212. Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 26ê Sibata 2019ê 486 akademîsyen hatine dadkirin. Cezayê girtinê Dadgehan; Ji bo her yek ji 98 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê daye. Ji bo her yek ji 14 akademîsyenan salek 10 meh û 15 roj cezayê girtinê daye. Ji bo her yek ji 4 akademîsyenan salek û şeş meh cezayê girtinê daye. Ji bo akademîsyenekî 2 sal û mehek cezayê girtinê daye. Ji bo akademîsyenekî/ê jî sê sal cezayê girtinê daye. Dadgehan li ser hev cezayê girtinê daye 135 kademîsyenan. "Paşdedana Dema Eşkerekirina Biryarê(HAGB)" Heta 27ê Sibata 2019ê, 12 akademîsyenan "Paşdedana Dema Eşkerekirina Biryarê(HAGB)" qebûl nekiriye. Ji bo her yek ji 7 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê, ji bo akademîsyenekî/ê du sal û sê meh, ji bo akademîsyenekî du sal û şeş meh, ji bo akademîsyenekî sê sal cezayê girtinê hatiye dayin. Biryara ji bo akademîsyenekî/ê hêj nehatiye eşkerekirin. Ji bo HAGByê fikra sê akademîsyenan nehatiye pirsîn. Yek ji wan 6 mehî, yek ji sê mehan 3 salî, û yek ji 2 sal û 3 mehan cezakirin. Bêyî ku HAGB bê pirsîn ji bo akademîsyenekê/î salek û 6 meh, ji bo akademîsyenekî/ê salek û şeş meh, ji bo akademîsyenekî jî 2 sal û 3 meh cezayê girtinê hatiye dayin. |
(HA/FD)