Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bi serpereştiya Yekîtiya Suryanan a Ewropayê (ESU) û bi tevlêbûna Federasyona Komeleyên Suryanan a li Tirkiyeyê, ji çar aliyên cîhanê 46 saziyên civaka sivîl ên suryanan nameyek ji Emmanûel Macron, Serokomarê Fransayê re nivîsandine. Suryanan daxwaz ji Macronî kirine ku rojekê weke “Roja Bîranîna Komkujiya Suryanan” ragihîne.
Li gorî nûçeya Gulsum Alana ji Euronewsê di nameyê de ev tişt hatine nivîsandin:
“Rêzdar Serokomarê Fransayê, di dema Şerê Yekem ê Cîhanê de Osmaniyan, komkujiya yekem a sersalê li filehan ango ermen, suryan û yûnanan kirine.
“Trajediyên mezin çêbûne, qetlîam li ser gelê Anatolyayê û gelên Mezopotamyayê çêbûne, dersînorkirinên girseyî û hovîtî çêbûne. Mirovan êşên mezin kişandiye. Her weha dewlemendiyên çandî, civakî û olî hatine wêrankirin û rûxandin”.
“500 hezar kes mirine”
“Di dema komkujiya sala 1915ê de, di dema qirkirina bi navê Sayfo de 500 hezar kes mirine. Bi sed hezaran sivîl hatine kuştin, zarok û jin bi darê zorê kirine Misilman. Dêr û manastirên dîrokî, gund û bajar hatine wêrankirin, serok û kesayetên olî, çandî û civakî bi awayeke rêkûpêk hatine kuştin”.
Di nameyê de hatiye diyarkirin ku di dema komkujiya sala 1915ê de ne tenê ermen, her weha filehên din ên li Dewleta Osmaniyan dijîn rastî çewisandin û tundkariyê hatine. Her weha daxwaz hatiye kirin ku 24ê Nîsanê yan jî rojeke din roja bîranîna bi hezaran Suryanan were ragihandin. (PT/FD)