Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Yakîp Alî Kahvecî, Dozgerê Komarî yê Stenbolê îdianameya derbarê Osman Kavala û 15 mafparêzan de amade kiriye. Kahvecî îdia kiriye ku 16 mafparêzan çalakiyên Geziyê “saz kirine, plan kirine, bi sîxurtiyê xwestine ku bandorê bikin û bi vî awayî parvekirinên provokatîv kirine, bûyerên tundkariyê bi rê ve birine”.
Bixwîne - Îdianameya derbarê Osman Kavala û 15 mafparêzan de hatiye qebûlkirin
Kahvecî di heman demê de îdianameyên derbarê dozên weke RedHackê ku rojnamegerên maîlên Berat Albayrak, Wezîrê Enerjiyê û Çavkaniyên Xwezayî bi raya giştî re par ve kirine tên dadkikirin, Doza Rêxistina Girtîgehê ya FETOyê, Doza Rêxistina Edliyeyê ya FETOyê de jî amade kiriye.
Bi Occupy-yê dest pê kiriye
Îdianame bi tevgerên civakî û protestoyên kurewî ango Occupy-yê (dagirkirin) dest pê kiriye ku di navbera salên 2008 û 20123ê de li cîhanê ji ber Krîza Ekonomîk a Kurewî derketibû.
Di îdianameyê de 16 mafparêz weke “sîxurên bandorkirinê” hatine binavkirin.
Dozgerî îdia kiriye ku Çalakiyên Geziyê bi piştgiriya rêxistina bi navê OTPOR (Berxwedan) ve hatine saz kirin û bi rêbazên “Serhildana sivîlan” a Gene Sharpî ve hatine meşandin. Gene Sharp yek ji teorisyenên tevgera Occupy-yê ye.
OTPOR tevgereke ciwanan e ku di navbera salên 1998ê û 2004ê de li Sirbistanê li dijî rejîma Slobodan Miloševićî çalakiyên berxwedanê çêkiriye.
Dozgerî îdia kiriye ku 198 cure çalakî hatine kirin.
“Bêîtaatiya civakî”, “koçeriya protestoyî”
Hin xalên balkêş ev in:
32. Henekên xwe bi polîsan kirine (Di dema bûyerên Geziyê de gelek çalakvanan slogan avêtine û bi tevgerên laşî henekên xwe bi polîsan kirine)
57. Bi hevala/ê xwe re şa nebûye
63. Derneketina ji malê (Di serî de Mehmet Alî Alabora, gelek kesên bi Mi Minorê re têkildar, di dema bûyeran de ji malên xwe derneketine)
68. Penahî (Di dema bûyeran de digel hemû hişyariyan, piştî mudaxeleyan belav bûne û xwe avêtine avahiya DİSKê, Mizgefta Dolmabahçeyê û Otela Dîvanê)
70. Koçberiya protestoyî (mînak hîcret. Mehmet Alî Alabora di serî de gelek kesên têkildarî Mi Minorê li Ingîltereyê dijîn)
Dozgerî diyar kiriye ku di dema çalakiyan de kulma xwe ber bi jor ve bilind kiriye û xwestiye bi vî awayî têkiliya çalakiyên Geziyê bi rêxistina OTPORê re çêbike. OTPOR di amblema xwe de kulma ber bi jor ve bi kar tîne.
Her weha ji ber ku serokê OTPORê Ivan Maroviç û Mehmet Alî Alabora di heman demê de li Misrê bû ne, dozgerî têkilî di navbera OTPOR û çalakiyên Geziyê de çêkiriye.
Şanoya Mi Minorê
Dozgerî di îdianameyê de îdia kiriye ku Alabora û hevalên wî piştî vegeriyane Tirkiyeyê şanoya bi navê Mi Minor lîstine û bi vî awayî xwestine derbe çêbibe.
Osman Kavala çûye sê welatan
Ji bo têkiliya Osman Kavala bi vê re çêbikin hatiye îdiakirin ku wê demê di nava 25 rojan de çûye Belçîka, Almanya û DYAyê.
Dîsa têkiliya çalakiyên Parka Geziyê bi spekulatorê fînansê û karsazê lîberal ê amerîkanî George Sorosê hatiye çêkirin. Hatiye gotin ku “George Soros, Ivan Maroviç û Mehmet Osman Kavalayî ji bo heman armancê xebatê dikin û têkiliya wan bi wan kesan re heye ku ji bo heman armancê kar dikin”.
Endamên koma Piştevaniya Bi Taksîmê re hatine sûcdarkirin
Dozger di îdianameyê de endamên koma Piştevaniya Bi Taksîmê re sûcdar dike. Di vî beşî de hatiye îdiakirin ku, bûyer ji roja pêşiyê bi rêxistin kirine, bang li gel kirine ku çalakiyên protestoyî çêbikin. (HK/EKN/FD)