Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Amedê aşkere kiriye ku biryara qedexeya derketina derve ya li heşt gund û gundikên bi ser navçeya Pîranê ya Amedê de, hatiye bidawîkirin.
Li gorî daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Walîtiyê hatiye belavkirin, qedeya 1ê Adarê di saet 06.00ê de dest pê kiriye, 3yê Adarê bi dawî bûye.
Biryara qedexeyê li gorî Qanûna Birêveberina Bajaran a hejmar 5442yê hatiye standin.
Navên bi tirkî yên gundên ku qedexe lê hatiye ragihandin ev in: Boğaz, Kayıköy, Kurşunlu, Yokuşlu, Kırkpınar, Boğazköy, Gelincik, Baltacı û gundikên bi ser wan ve girêdayî.
Qedexeya derketina derve
Li gorî daxuyaniya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê(TIHV) a di 3yê Kanûna Paşiyê ya 2019ê de hatiye kirin, biryara qedexeya derketina derve herî zêde ji bo Amedê hatiye standin ku bi vî awayî cara pêşiyê tê pêkanîn.
Ji 16ê meha Tebax a 2015ê heta 3ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê li Amedê herî kêm 204 caran biryara qedexeya derketina derve hatiye derxistin. (AS/FD)