Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parêzeran ji bo Yîgît Aksakoglûyî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye.
Yîgît Aksakoglû nûnerê Tirkiyeyê yê Weqfa Bernard van Leerî ye û 16ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2018ê hatibû desteserkirin. Piştî wê bi rojetê hatibû girtin.
Parêzera wî Asli Kazanê ji bianetê re got ku wan serî li Dadgeha Destûrî daye.
Karsaz Osman Kavala jî di çarçoveya lêpirsîna Geziyê de girtî ye. Ji bo 16 kesan îdianame hatiye amadekirin û ev îdianame li ber destê dadgehê ye. Serlêdana Kavalayî ya li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hîna bi encam nebûye.
“Mafê dadkirina adil hatiye binpêkirin”
Parêzerên wî gotine ku sê meh in Aksakoglû li Girtîgeha Silivriyê ya hejmar 9ê, tenê tê girtin û tê tecrîdkirin. Di daxwaznameyê de diyar kirine ku “lêkolîna li ser rewşa girtîtiya wî bêyî dadgeh bê avakirin, daxwaza tehliyekirinê bêyî hincetan nîşan bidin red dikin û daxwaza hevdîtinê ya bi dozgerî re ya li ser dosyayê nayên qebûlkirin”. (AS/FD)