Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitiikîne
Girtîyên ji dozên PKK û PAJKê hatîn girtin daxuyandine ku ji ber hikûmet gavên pêwîst naavêje ew ê ji yekê Adarê pê ve dest bi greva birçîbûnê bikin, grev dê li hemî girtîgehan belav bibe.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, Denîz Kayayî li ser navê girtiyên diyar kiriye:
"Em girtiyên PKK û PAJKî radigihînin ku em ê 1ê Adarê li hemî zindanên li Kurdistan û Tirkiyeyê dest bi greva bêdor û bêsekin bikin.
"Ji bilî rêberiya me ti kes nikarin welê bikin em dest ji berxwedana xwe berdin.
"Em bangî hemî parastvanên demokrasîyê, nivîskar, rewşenbîr û akademîsyenan dikin ku bila piştgiriya berxwedana me ya bilind dibe bikin.
133 roj in ku Guven di greva birçîbûnê de ye
Parlamentera Colemêrgê ya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) û hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Leyla Guven, 133. roj in ku di greva birçîbûnê de ye. Daxwaza wê "rakirina tecrîda li ser rêberê PKKyê, Abdullah Ocalan" e.
Bixwîne - Hewldana Hemwelatiyan: "Piştgiriya mirinê na lê ya jînê bikin"
Hevseroka DBPyê, Sebahat Tuncel û Parlamentera Colemêrgê, Selma Irmak, ji 15ê Kanûna Paşiyê(meha yekem) ve di greva birçîbûnê ya bê dor û bêsekin de ne.
Li gorî daxuyaniya IHDyê, di girtîgehan de 343 mehkûm di greva birçîbûnê de ne. Li gorî daxuyaniya Denîz Kayayî, 331 girtiyên di 67 girtîgehan de di greva birçîbûnê ya bêdor ûbêsekin de ne.
(AS/MB)