Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” têne dadkirin.
Duh li 37em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê (DCG), ji Zanîngeha Bogaziçiyê Prof. Dr. Salîha Paker û xwendekarê doktorayê Omer Farûk Yekdeş, ji Zanîngeha Şehîrê Prof. Dr. Mesût Yegen, ji Zanîngeha Mîmar Sînanê Mûrat Cemal Yalçintan û Doç. Dr. Besîme Şen cara duyem, ji Zanîngeha Bogazîçiyê Prof. Dr. S. S cara sêyem hatin dadkirin.
Bixwîne - Dadkirina akademîsyenan
Dadgehê bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê kiriye”, li gorî Xala 7/2yê ya Qanûna Dijterorê (TMK) sal û 3 meh cezayê girtinê li Besîme Şen û S. S birî. Herweha aşkerekirina biryara hatiya dayîn taloq kir.
Çi bûbû?10ê Çileya Paşîn a 2016ê, "Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz" (BAK) danezana "Em ê nebin şirîkên vî sûcî" îmze kiribûn. Danezan bi îmzeya 1128 akademîsyenan hatibû weşandin. Paşê jimara beşdaran bûbû 2212. Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 26ê Sibata 2019ê 486 akademîsyen hatine dadkirin. Cezayê girtinê Dadgehan; Ji bo her yek ji 98 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê daye. Ji bo her yek ji 14 akademîsyenan salek 10 meh û 15 roj cezayê girtinê daye. Ji bo her yek ji 4 akademîsyenan salek û şeş meh cezayê girtinê daye. Ji bo akademîsyenekî 2 sal û mehek cezayê girtinê daye. Ji bo akademîsyenekî/ê jî sê sal cezayê girtinê daye. Dadgehan li ser hev cezayê girtinê daye 135 kademîsyenan. "Paşdedana Dema Eşkerekirina Biryarê(HAGB)" Heta 27ê Sibata 2019ê, 12 akademîsyenan "Paşdedana Dema Eşkerekirina Biryarê(HAGB)" qebûl nekiriye. Ji bo her yek ji 7 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê, ji bo akademîsyenekî/ê du sal û sê meh, ji bo akademîsyenekî du sal û şeş meh, ji bo akademîsyenekî sê sal cezayê girtinê hatiye dayin. Biryara ji bo akademîsyenekî/ê hêj nehatiye eşkerekirin. Ji bo HAGByê fikra sê akademîsyenan nehatiye pirsîn. Yek ji wan 6 mehî, yek ji sê mehan 3 salî, û yek ji 2 sal û 3 mehan cezakirin. Bêyî ku HAGB bê pirsîn ji bo akademîsyenekê/î salek û 6 meh, ji bo akademîsyenekî/ê salek û şeş meh, ji bo akademîsyenekî jî 2 sal û 3 meh cezayê girtinê hatiye dayin. |
(TP/FD)