Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bi tohmeta ku “propagandaya rêxistina terorê” kiriye doz Fîkret Başkaya, nivîskar, avakar û Serokê Weqfa Forûma Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn hatiye vekirin. Ozgur Unîversîte jî bi ser vê Weqfê ve girêdayî ye.
Doz ji ber nivîsa bi navê “Terora rastî terora dewletê ye” hatiye vekirin. Nivîs, 7ê Çiriya Paşiyê (Mijdar, Sermawez) ya 2016ê li ser malpera ozguruniversite.org-ê ve hatibû weşandin.
Başkaya wê 21ê Adarê derkeve pêşberî dadgehê
Danişîna pêşiyê ya dozê wê 21ê Adara 2019ê li 21em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, saet di 09.30 deqîqeyan de çêbibe.
Ozgur Unîversîte derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kiriye û wiha gotiye: “Fîkret Başkaya di hemû jiyana xwe de bûye parazvanê azadiya xweîfadekirinê û ramazan aazad”.
Li gorî rapora Çavdêriya Li Medyayê ya 2018ê ya BIAyê, di sala 2018ê de li Tirkiyeyê herî kêm bi tohmeta ku “propagandaya rêxistina terorê kirine” an jî “cih dane daxuyaniyên rêxistinê” li ser hev 67 sal û 7 meh û 4 roj (6 meh û 7 rojên wê taloqkirî) cezayê girtinê li 21 rojnamegeran hatiye birîn.
Fîkret Başkaya
Di sala 1940ê de li Denîzliyê hatiye dinê.
Dema ew li Zanîngeha Abant Îzzetî akademîsyen bû, wî kitêbeka bi navê “Îflasa Paradîgmayan” nivîsî. Ji ber wê kitêba wî bi “qanûna têkoşîna li dijî terorê” dadgehekê 20 meh cezayê girtinê da wî. Ew li Girtîgeha Haymanayê ma.
Başkaya li Zanîngeha Azad dersê dide. Ew herweha yek ji avakerên wê zanîgehê ye.