Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bariş Yarkadaş, parlamenterê berê yê Partiya Gel a Komarî (CHP) aşkere kiriye ku ji ber ketiye greva birçîbûnê, rêveberiya Girtîgeha Sîlîvriyê, ceza daye Eren Erdem, parlamenterê berê yê CHpyê û endamê Meclîsa Partiyê. Li gorî vî cezayî, Erdem wê nekarîbe mehekê beşdarî “xebatên sportîf” ên li girtîgehê bibe.
Yarkadaşî ev agahî li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kiriye.
Erdem, 29ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) gotibû ku “dadkirina ji ber doza FETO’yê, min bê rûmet dike” û dest bi greva birçîbûnê kiribû.
Ji ber vê grevê, rêveberiya girtîgehê 1ê Sibatê lêpirsînname derbarê Erdemî de vekiribû.
Mûharrem Înce, parlamenterê berê yê CHPê û namzetê CHPyê yê hilbijartina serokomariyê 5ê Sibatê çûbû serdana Erdemî. Înceyî diyar kiribû ku Eren Erdemî dest ji greva birçîbûnê berdaye. (HA/FD)