Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Nûneriya Bilind ya Karên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê ya YAyê(Yekîtîya Ewropayê) duhî daxuyaniyek weşandiye. Wê diyar kiriye Osman Kavala jî tê de îdianameya li ser 16 mafparêzan hatî amadekirin tirsê belav dike.
Berdevkê nûnerîyê Maja Kocijancicî diyar kiriye ku “cihê pirsê ye ka standardên hiqûqa li Tirkiyeyê di standardên cîhanê û Yekîtîya Ewropayê de ye an na.”
Bixwîne - Akademisyenên Zanîngeha Columbiayê ji bo Osman Kavalayî bang li hikûmetê kirin
“Ji bo daxwaza girtina mûebed, bikaranîna xwenîşandanên sala 2013ê li Parka Gezîyê hatî kirin ne cihê baweriyê ye. Tirsê belav dike. Cesareta wan kesên armanca wan a nîşandanên aştiyane dişkêne.
“Biryara 18ê Sibatê ji bo xebatkarên rojnameya Cumhuriyetê hatî dayin jî li dijî yek ji hîmên civaka demokratîk ya azadiya xwe-îfadekirinê ye.
Herweha hatiye diyarkirin ku rojnameger, akademîsyen û karmen bi azadiya şexsî ya xwe-îfadekirinê dema tiştin gotîn hatine girtin. Ji bo wan îdianame nehatine amadekirin û ev yek li dijî erkên dewleta Tirkiyeyê ye.
Çi bûbû?
16ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2018ê polîsan operasyon li dar xistibû û Porf. Dr. Betul Tanbay û Prof. Dr. Tûrgût Tarhanli, Wekîlê Serokê Lijneya Rêveberiya Anadolû Kulturê Yîgît Ekmekçî, endamên Lijneya Rêveberiyê Alî Hakan Altay, Koordînatorê Giştî Asena Gunal û produktor Çîgdem Mater û Meltem Aslan, xebatkarên rêxistinên civaka sivîl Yîgît Aksakoglû, Fîlîz Telek, Bora Sari, Yûsûf Civir, Ayşegul Guzel û Hande Ozhabeş hatibûn desteserkirin.
Bixwîne - Dozgeran ji bo Osman Kavala û 15 mafparêzan muebeda zehmetkirî xwest
16ê Çiriya Paşiyê piştî îfadegirtina wan Hande Ozhabeş, Prof. Dr. Tûrgût Tarhanli, Asena Gunal u Bora Sari û Meltem Aslan, 17ê Çiriya Paşiyê jî Prof. Dr. Betul Tanbay, Yîgît Ekmekçî, Hakan Altinay, Yûsûf Civir, Ayşegul Guzel û Çîgdem Mater hatibûn berdan.
Yîgît Aksakoglû ku li Zanîngeha Bîlgiyê ya Stenbolê xebatên civaka sivîl dikir hatibû girtin.
Osman Kavala Serokê Lijneya Rêveber ê Anadûlû Kulturê ji 1ê Çiriya Paşiyê ya 2017ê û vir ve bêyî ku îdianame ji bo wî bê amadekirin girtî ye.
Dozgerî ji îfadeyê bang li Atalay, Kahraman, Yapici, Saymadi, Agabeyoglû kiribû
Di çarçoveya lêpirsîna Geziyê ya ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê dimeşîne, rêveberên Şaxa Buyukketa Stenbolê ya Odeya Mîmaran û ji Piştevaniya Taksîme Mucela Yapici û parêzer Can Atalay, plankarê bajarvaniyê Tayfûn Kahraman, endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Ji nû ve avakirinê ya Sosyalîstan (SYKP) Ahmet Saymadî û Halûk Agabeyoglû, 28 û 30ê Çiriya Paşiyê ya 2018ê li Miduriyeta Emniyetê ya Stenbolê îfade dabûn.
Îdianameyeka 667 rûpelî 20 Sibatê hatibû amadekirin. Serdozgeriya Stenbolê ya Komarê li ser îdianameyê daxuyaniyek daye dewletê.
Sûc
Li gor daxuyaniya dozgeriyê sûcên li mafparêzan tê barkirin ev in:
*Têkbirina Komara Tirkiyeyê an jî astengbûna li pêşiya dewletê ku ew nekare karê xwe bike. (TCK 312/2),
*Zererdana malî, bi awayekê pêşketî zererdana malî.
*Xwedîbûna li malên metirsîyê çêdikin, an jî veguhestina wan.
*Zererdana li îbadetxaneyan
*Talana bi awayekê şarezayane
*Bi zanebûnî birîndarkirin
*Dijayetiya Qanûna 2863. ya Parastina Tiştên Çandî.
(AS/MB)