Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîsyona Parêzeran ya 10ê Çiriya Pêşiyê piştî biryara dadgegê daxuyaniyek daye û diyar kiriye ku “biryara dadgehê gelekê dûrî edaletê ye.”
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, “biryarnameya berê ji hemî aliyan ve bûyer ronî nedikir. Biryarnameya bidelîl jî heman tişt dom kiriye.”
Bixwîne - Aga Bayarê di Qetlîama 10ê Kanûna Pêşiyê de birîndar bûbû çû ser dilovaniya xwe
Li Enqereyê êrîş li xwenîşanderên aştîxwaz hatibû kirin. Di bûyerê de 103 kes hatibûn kuştin. Ji bo her yek ji 9 bersûcan, bi sûcê “hewildana ji bo kuştinê” 101 caran cezayê girtina mûebed a zehmetkirî hatibû dayin.
3yê Tebaxa 2018ê Dadgeha Cezayên Giran a 4. a Enqereyê biryar dabû. Biryarname 872 rûpel bû. 1,5 rûpel ji bo daxwazan hatiye cidakirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku erk û kêmayîyên dewletê hatiye veşartin û sûc wek “êrîşeka li dijî rêkûpêkiya dewleta Qanûna Bingehîn” hatiye nîşandan.
Çi bûbû?
Di 10ê Çiriya Pêşiyê ya 2015ê di mîtînga aştiyê de êrîşeka bi bombeyan hatibû kirin.
Navê mirovên di êrîşê de mirîn ev in:
Abdülkadir Uyan, Metin Kürklü, Gökhan Akman, Orhan Işıktaş, Gülhan Karlı Elmascan, Yılmaz Elmascan, Nevzat Sayan, Bilgen Parlak, Hacı Kıvrak, Rıdvan Akgül, Rıdvan Akgül, Hacı Mehmet Şah Esin, Gökmen Dalmaç, Elif Kanlıoğlu, Hakan Dursun Akalın, Ercan Adsız, Ayşe Deniz, Berna Koç, Fatma Esen, Gülbahar Aydeniz, Eren Akın, Canberk Bakış, Tayfun Benol, Nizamettin Bağcı, Kasım Otur, Başak Sidar Çevik, Nilgün Çevik, Resul Yanar, Mehmet Ali Kılıç, Tekin Arslan, Sezen Vurmaz, Dilaver Karharman, Onur Tan, Umut Tan, Sarıgül Tüylü, Dilan Sarıkaya, Ali Kitapçı, İsmail Kızılçay, Muhammet Demir, Korkmaz Tedik, Veysel Atılgan, İbrahim Atılgan, Emine Ercan, Kübra Meltem Mollaoğlu, Meryem Bulut, Seyhan Yaylagül, Ebru Mavi, Ali Deniz Uzatmaz, Ziya Saygın, Vahdettin Özgan, Cemal Avşar, Ahmet Katurlu, Selim Örs, Azize Onat, Dicle Deli, Güney Doğan, Binali Korkmaz, Mehmet Zakir Karabulut, Leyla Çiçek, Metin Peşman, Mesut Mak, Adil Gür, Gökhan Gökbönü, Şebnem Yurtman, Osman Turan Bozacı, İdil Güneyi, Abdullah Erol, Mehmet Hayta, Özver Gökhan Arpaçay, Şirin Kılıçalp, Uygar Coşgun, Ahmed Alkhadi, Nurullah Erdoğan, Gözde Arslan, Aycan Kaya, Yunus Delice, Sevgi Öztekin, Mehmet Tevfik Dalgıç, Sevim Şinik, Emin Aydemir, Fatma Karabulut, Ramazan Tunç, Erol Ekici, Feyyat Deniz, Necla Duran, Osman Ervasa, Ramazan Çalışkan, Vedat Erkan, Abdülbari Şenci, Niyazi Büyüksütçü, Gazi Güray, Sabri Elmas, Erhan Avcı, Ümit Seylan, Serdar Ben, Nevzat Özbilgi, Hasan Baykara, Fatma Batur, Bedriye Batur, Ata Önder Atabay, Mustava Budak.
Ji bo nûçegîhanên ku qatlîam kirine nûçe doz hatiye vekirin lê daxwazên ji bo cezakirina erkdarên dewletê yên îhmala wan di Qetlîama Enqereyê de hene nehatin qebûlkirin.
Li ser gilîkirina Midûriyeta Giştî ya Emniyetê derbarê nûçeyên Evrenselê yên bi sernavên “Di îstixbarata 10ê Çiriya Pêşiyê de îmzeya Dînçî gumanbarê doza Dînkî derket” û “Dînçî careke din karê îstixbaratê kir” lêpirsîn hatibû vekirin. Hatibû îdiakirin ku nûçe “ji derve yî rastiyê ye” û “rasterast rêxistina emniyetê dike hedef û li hemberî wan îthamên biqest û neheq dike”.
Polat, Gurbetoğlu, Erşin û Göktaş derbarê lêpirsînê de îfade dabûn û gotibûn ku wan mafên xwe yên nûçeçêkirinê bikar anîne û armanca hedefnîşandana kesekî nekirine.
(AS/MB)