Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” têne dadkirin.
Dadgeha Cezayên Giran a 33. a Stenbolê dosyayên 27 akademîsyenan gihandine hev û biryar daye.
Dadgehên Stenbolê ji bo her yek ji 13 akademîsyenan salek 10 meh û 15 roj, ji bo 14 akademîsyenan jî 2 sal û 3 meh cezayê girtinê da.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandmeha rêxistinê” doz li akademîsyenan vekiribû.
Bixwîne - Dadkirina akademîsyenan
Dadgehê ji bo wan kesên ji 2 salan kêmtir ceza standîn biryara fermî eşkere nekir.
Akademîsyenên ku hatine dadkirin ev in:
Prof. Dr. Hülya Kirmanoğlu, Doç. Dr. Haydar Durak, Alk. Doç. Dr. Nihan Aksakallı, Alk. Doç. Dr. Doğan Çetinkaya, Doç. Dr. Ahmet Bekmen, İrfan Keşoğlu, Yrd. Doç. Dr. İlkay Yılmaz; Prof. Dr. Erol Katırcıoğlu, Prof. Dr. Yüksel Taşkın, Cihan Yapıştıran, Dr. Ayşe Nilüfer Durakbaşa, Alk. Doç. Dr. Özgür Müftüoğlu, Arş. Gör. Seçkin Sertdemir, Doç. Dr. F.A.A., Arş. Gör. Gözde Aytemur Nüfusçu, Lêkolîner Eda Aslı Şeran, Doç. Dr. İsmet Akça, Prof. Dr. Meltem Ahıska, Dersdar Elif Akçalı, Yrd. Doç. Dr. Öznur Yaşar Diner, Prof. Dr. Zeynep Tül Süalp, Alk. Doç. Dr. Aysuda Kölemen, Alk. Doç. Dr. T.D., Öğr. Gör. Esra Kaliber ve Arel Üniversitesi’nden Öğr. Gör. İlkay Özkuralpli, Derddar Remzi Orkun Güner, Doç. Dr. Y.Y. Alk. Doç. Dr. N.M.
Gotinên paşiyê: Aştî
Akademîsyenan parastina xwe bi gotina aştiyê qedandin
Nihan Aksakallı: Ez dixwazim aştiyê bibînim, gotina min a dawiyê aştî ye.
Elif Akçalı: Ez dixwazim aştiyê bibînim
Haydar Durak: Daxwaza aştiyê nikare bibe sûc. Ez naxwazim di van şertan de bijîm.
Hülya Kirmanoğlu: Ez dixwazim di aştiyê de bijîm.
Yüksel Taşkın: Ji bo edaletê ez ê di sîstema edaletê de berxwedana xwe bidomînim.
Cihan Yapıştıran: Gotina min a dawiyê aştî ye.
Ahmet Bekmen: Di vê pêvajoyê de gelek hevalên me ji karê xwe hatin avêtin. Wan xwe netewand, çavê wan maçî dikim.
İsmet Akça: Min aştî xwest, ez aştiyê dixwazim, ez ê aştiyê bixwazim.
İlkay Özkuralpli: Daxwaza aştiyê ne sûc e û em ne sûcdar in.
Orkun Güner: Daxwaza aştiyê ne sûc e û ez daxwaza xwe dubare dikim.
Meltem Ahıska: Ez aştî û û edaletê dixwazim.
Ayşe Nilüfer Durakbaşa: Daxwaza aştiyê ne sûc e.
İrfan Keşoğlu: Ez bi tenê aştî û û edaletê dixwazim.
Özgür Müftüoğlu: Parastina mafê aştiyê ne sûc e.
Öznur Yaşar Diner: Ez ji bo her kesan aştî û û edaletê dixwazim.
Sal û 10 meh ceza li 13 kesan hate birîn
Heyeta dadgehê sal û 10 meh û 15 roj cezayê girtinê li Seçkîn Sertdemîr Ozdemîr, F.A.A, Gozde Aytemûr Nufusçû, Y.Y, Elîf Akçali, T.D, Yuksel Taşkin, Meltem Ahiska, Ayşe Nîlufer Dûrakbaşa, Cîhan Yapiştiran, Îrfan Keşoglû, Dogan Çetînkaya û N. M. birî.
Heyetê di biryara xwe de got, “ji ber ku hatiye famkirin, gumanbaran propagandaya rêxistina terorê kiriye” sal û 6 meh cezayê girtinê li wan birî ye. Her wihe diyar kir ku “ji ber ku ev sûc bi rêya çapemeniyê hatiye kirin cezayê wan hatiye zêdekirin û bûye sal û 15 meh. Lê ji ber liv û tevgerên wan ên di dema dadkirinê de cezayê wan hate kêmkirin û di encamê de sal û 10 meh û 15 roj ceza li wan hate birîn”.
Heyeta dadgehê di berdewama biryara xwe de got, “ji ber ku beriya niha ceza li akademisyenan nehatiye birîn, ziyaneke madî li civakî nekirine û ji ber liv û tevgera wan a di dema dadkirinê de aşkerekirina biryara li ser akademisyenan taloq kiriye”.
2 sal û 3 meh li 14 kesan hat birîn
Heyeta dadgehê her weha 2 sal û 3 meh cezayê girtinê li Îlkay Yilmaz, Hulya Kîrmanoglû, Eda Asli Şeran, Îsmet Akça, Ahmet Bekmen, Ozgur Muftuoglû, Nîhan Aksakalli, Haydar Dûrak, Aysûda Kolemen, Îlkay Ozkûrapli, Esra Kalîber, Zeynep Tul Sualp, Oznur Yaşar Dîner û Remzî Orkûn Gunerî birî ye.
Heyetê di biryara xwe de got, “ji ber ku hatiye famkirin, gumanbaran propagandaya rêxistina terorê kiriye” sal û 6 meh cezayê girtinê li wan birî ye. Her wihe diyar kir ku “ji ber ku ev sûc bi rêya çapemeniyê hatiye kirin cezayê wan hatiye zêdekirin û bûye sal û 15 meh”.
Di heman biryarê de gotiye ku “Lê ji ber di dema dadkirinê de poşmanbûneke ji dil nîşan nedane, ji ber liv û tevgerên wan ên di dema dadkirinê de” cezayê wan nehatiye kêmkirin.
Her weha ji ber ku cezayê wan di ser du salan de ye, cezayê wan nehat taloqkirin, û biryara aşkerekirinê nehat taloqkirin.
Çi bûbû?
Akademîsyenên ku "Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî" îmze kirîn bi sûcê "propagandmeha ji bo terorê" têne dadkirin.
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê "em ê nebin şirîkên vî sûcî" hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê "propagandmeha rêxistinê" doz li akademîsyenan vekiribû.
(TP/MB/FD)