Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber ku nûçegihana berê ya rojnameya Cumhuriyetê, Pelin Unkerê nûçe li ser “Paradise Papersê” çêkiribû, Berat û Sedat Albayrakî doz lê vekiribû.
Unker li Dadgeha 2. a Stenbolê ya Cezayên Asliyeyê ya Stenbolê hat dadkirin. Cara duyem bû ku Unker hat dadkirin.
Dema Berat Albayrakî doz vekirî, ew wezîrê enerjî û çavkaniyên xwezayî bû. Wî bi sûcê “îftirakirina bi rêya çapemeniyê” doz li rojnamegera navborî vekiribû.
“Bi tenê li Tirkiyeyê...”
Unkerê di parastina xwe de diyar kiriye ku li ser belgeyên bi navê Paradise Papersê(Belgeyên Biheştê) li 47 welatan nûçe hatine çêkirin. Belge li ser sîyasetmedarên wan welatan e û nûçe li ser wan hatine çêkirin lê bi tenê ji Tirkiyeyê du sîyasetmedaran doz vekirine.
Unkerê diyar kiriye ku li Maltayê şirketek bi navê Serhat Albayrakî hatiye vekirin. “Ji beriya ku em nûçeyê çêbikin me pirs ji Çalik Holdîngê jî kir û me di nûçeya xwe de cih da bersiva wan jî.”
*Paradise Papers: Komeka agahiyên dîjîtal in ku Süddeutsche Zeitungê li medyaya dinyayê belav kiriye. Tê de diyar dibe ku ji bo nedayina bacê, xwe-xelaskirina ji ambargoyan gelek kesên pilebilind ên welatan li girêvên bacê nastînin hesabê xwe vekirine.
(HA/MB)