Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
“Înîsiyatîfa Leyla Guven mafdar e, bila tecrîd rabe” hatiye avakirin. Avakirina Înîsiyatîfê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate aşkerekirin. Civîn li Taksim Hill Otela Stenbolê çêbû.
Mûsa Pîroglû Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Sedan Şenoglû Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Çîgdem Kiliçgun Ûçar rêvebera Stenbolê ya HDKyê û nûnerên partiyên siyasî beşarî li civînê kirin.
Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên di nava înîsiyatîfê de ne ev in: Înîsiyatîfa Piştgiriya bi Girtiyan re, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîstan (SYKP), Partiya Dahatû, Çep û Keskan, Rojnameya Polîtîkayê, Platforma Piştevaniyê ya Sosyalîstan, Hewldana 78an, Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk, Kovara Teorî û Polîtîka, Kovara Kaldiraç, Partiya Şoreşgeran, Federasyona Komeleyên Rojhilat û Rojhilatê Başûr, Partiya Kedê, komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz.
Koçyîgît: Tecrît ne tenê li ser Ocalanî ye
Li ser navê înîsiyatîfê pêşiyê Gulistan Kiliç Koçyigît Parlamentera HDPyê ya Mûşê û Hevberdevka HDKyê axî û wiha got:
“Ji 5ê Nîsana 2015ê û vir ve destûrê nadin ku têkilî bi Birêz Ocalan Serokê PKKyê re çêbibe. 5ê Nîsanê ji bo siyaseta Tirkiyeyê xala werçerxê ye. Dîrokeke ku dewlet, AKPyê berê xwe daye polîtikayên şer. Ji wê rojê û vir ve dema em li şert û mercên ku welat tê de ne dinêrin, em dizanin ku her roj şer û tundkarî hatiye zêdekirin, êrîşên li ser jiyana bi hev re ya li welatê hevpar çêdibin. Şaş e ku em bibêjin tecrîta ji 5ê Nîsana 2015ê û vir ve dimeşe, tenê li ser Birêz Ocalanî ye. Îro ev tecrît li her qadê tê meşandin.
“Înîsiyatîfa Leyla Guven mafdar e, bila tecrîd rabe” di rojên pêş de ji bo serdana Leyla Guvenê bikin wê biçin Amedê. Leyla Guven 103 roj in ku di greva birçîbûnê de ye. (EMK/FD)