Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Nûçegihana ETHAyê, Isminaz Temel 16 meh bûn ku di girtîgehê de bû. Dadgeheka Stenbolê biryara tehliyekirina wê daye lê derketina derveyî Tirkiyeyê ji bo wê qedexe kiriye.
Temel digel 22 kesên dî bi sûcên “endambûna rêxistina terorî” û “propagandaya ji bo rêxistinê” dihar dadkirin. Dadgeha Cezayên Giran a 27. a Stenbolê ji bo Temelê biryara tehliyeyê da lê ji bo Erkan Kakça û Coşkun Yiğit di girtîgehê de dihat dadkirin. Dadgehê biryar daye ku Yigit û Kakça dê di girtîgehê de bimînin. Ji bo wan kesên dî yên li derveyî girtîgehê têne dadkirin, dadgehê biryar daye êdî ew ne mecbûr in îmzeyê li navendên ewlehiyê bidin lê derketina derveyî Tirkiyeyê ji bo wan jî qedexe ye.
Çi bûbû?
15 kesên ku 19ê Çiriya Pêşiyê ya 2018ê hatibûn desteserkirin, 25ê Çiriya Pêşiyê ya 2018ê derketibûn pêşberî dozgeriyê.
Piştî îfadeyên li dozgeriyê, Özgen Sadet, Onur Binbir, Hünkar Yurtseven, İlhan Aslan ve İsmail Geçkin şandin 5emîn Dadweriya Ceza ya Sulhê ya Stenbolê. İsminaz Temel, Havva Cuştan, Özlem Gümüştaş, Sezin Uçar, Erkan Kakça, Meral Tatar ve Mazlum Demirtaş jî şandin1emîn Dadweriya Ceza ya Sulhê ya Stenbolê û hemû kes hatin girtin.
2 kes bi şertê kontrola edlî serbest bûn
Nihat Göktaş ku salên 1996 û 2000î de ketibû rojiya mirinê û “Wernicke Korsakoff Sendromû” pê re heye, Mehmet Aslan û Ali Düzkün Endamê Partiya Avakirina Jinû ve ya Sosyalîst (SYKP) bi şertê kontrola edlî serbest bûn.
Bixwîne - Derbarê 7 rojnamegeran de îdianame hat amadekirin
Li gorî nûçeya ETHAyê rojnameger Temel bi “endamtiya rêxistinê” û “propagandeya rêxistinê” hat sûcdakririn û nûçe û fotografên wê weke delîl nîşan dan.
Havva Cuştan a ku ji 2016yê û vir ve li ETHAyê kar dike ji ber şopandina nûçeyan û beşdariya merasîma cenazeyan û parvekirinên medyaya civakî hat sûcdarkirin. Ji ber beşdarî merasîma cenazeyê wan kesan Cuştan bi “endamtiya rêxistinê” hat sûcdarkirin ku li Rojava di dema şerê li hemberî DAIŞê de mirine.
Parêzer Sezin Uçar û Özlem Gümüştaş jî ji ber karên wan muwekîlên xwe şopandine bi “endamtiya rêxistinê” û “propagandeya rêxistinê” hatin sûcdarkirin ku li Rojava mirine.(TP/MB)