Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Walîtiya Amedê aşkere kiriye ku biryara qedexeya derketina derve ya ji bo 21 gund û gundikên Licêya Amedê, piştî operasyon bidawî bûye hatiye rakirin. Biryar duh bi dawî bûye.
Biryara bidawî hatina qedexeyê duh li malpera fermî ya Walîtiyê hatiye weşandin.
Biryara qedexeyê il gorî Qanûna Rêveberina Bajaran a Hejmar 5442yê hatibû standin. Navê bi tirkî ên gundên ku derketina derve li wan hatibû qedexekirin ev in:
Arıklı, Güçlü, Uçarı, Ziyaret, Serince, Kayacık, Ortaç, Yalaza, Çavundur, Dolunay, Bağlan, Kabakaya, Çağdaş, Dibekköy, Yolçatı, Tepe, Budak, Sığınak, Kıyıköy, Dallıca û Damar köyleri û gundikên bi ser wan ve girêdayî.
Qedexeya derketina derve
Li gorî daxuyaniya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê(TIHV) a di 3yê Kanûna Paşiyê ya 2019ê de hatiye kirin, biryara qedexeya derketina derve herî zêde ji bo Amedê hatiye standin ku bi vî awayî cara pêşiyê tê pêkanîn.
Ji 16ê meha Tebax a 2015ê heta 1ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê li Amedê herî kêm 204 caran biryara qedexeya derketina derve hatiye derxistin. (AS/FD)