Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 98 ro je di greva birçîbûnê de ye. Guven ji ber êşa singê wê ji bo nexweşxaneyê hatibû birin. Guven ji nexweşxaneyê derket ji bo mala wê hatiye birin.
Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 98 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Ji ber giranbûna rewşa wê ew rakirine nexweşxaneyê. Herweha Guvenê tedawî red kiriye.
Li gor nûçeya ajansa mezopotamyayê, Endamên Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî Guvena ku 98 roje di greva birçîbûnê de ye li mala wê ew ziyaret kirin.
Çi bûbû?
Wekîla Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) ya Colemêrgê û hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk, Leyla Guvenê 7ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2018ê dabû zanîn ku wê dest bi greva birçîbûnê kiribû.
Bixwîne - "Çima Leyla Gûven di girtîgehê de ye?"
Wê ji bo tecrîda li ser rêberê PKKyê(Partiya Karkerên Kurdistanê) rabe, dest bi grevê kiribû.
Bixwîne - Kampanyaya piştgiriya Leyla Guvenê hatiye destpêkirin
Parêzera Leyla Guvenê, Reyhan Yalçindag Baydemîrê ji bianetê re piştrast kir ku ew ketiye greva bêdor û bêdem kiriye.
Bixwîne - Dadgehê daxwaza tehliyeya Leyla Guven, Parlamentera HDPyê qebûl nekiriye
Leyla Guvenê li ser operasyona li Efrînê hatî kirin daxuyanî dane. Polîsan 22 Kanûna Paşiyê ew desteser kiriye û dozgerekê Amedê 31ê Kanûna Paşiyê biryara girtina wê daye.
Bixwîne - Biryara tehliyeya Leyla Guven, Parlamentera HDPyê derketiye
Dadgeha Amedê, 25ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê biryara tehliyeyê ji bo Leyla Guvenê, daye. Ew 79 rojan di girtîgehê de di grevê de bû piştî derketî dest ji grevê bernedabû. Guven li Amedê li mala xwe di greva birçîbûnê de ye.
Leyla Guven kî ye?
Siyasetmedar e. Sala 1968ê ji dayik bûye. Demekê li Almanyayê maye. Sala 1994ê li Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) di baskê jinan de kar kiriye.
Sala 2004ê di hilbijartina herêmî de ji bo Şaredariya Dîkîliya Biçûk a Edeneyê, sala 2009ê jî di hilbijartina herêmî de ji bo Şaredariya Wêranşarê hatibû hilbijartin.
Kanûna Pêşiyê ya 2009ê de di çarçoveya operasyona Koma Civakên Kurdistanê (KCK) de hat girtin. Piştî 5 salan girtî ma, sala 2014ê tehliye bû. Di heman dosyayê de 6 sal û 3 meh ceza wergirtiye.
Di hilbijartina 2015ê de li Rihayê di rêza çarem de ji Partiya Demokratîk a Gelan bûbû namzet.
(HA/AY/MB)
* Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji tirkî wergerandiye