Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ajansa lêkolînê Forensic Architecture-ê ya bi Zanîngeha Londonê re kar dike, derbarê kuştina Tahir Elçiyî de xebatek kiriye.
Li gorî encamên vê xebatê, di kuştina Tahir Elçiyî de gumaneke mezin li ser polîsan heye.
Tahir Elçî, Serokê Baroya Amedê, 28ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2015ê dema li ber Minareya Çar Ling a li Sûra Amedê civîneke çapemeniyê çê dikir, hatibû kuştin. Failên wî dernexistine dadgehê.
Modela sêber a bûyerê hatiye çêkirin
Baroya Amedê, ji bo lêkolîna kuştina Elçiyi serî li Forensic Architectureyê dabû.
Forensic Architecture-ê delîlên dîtbarî, yên deng û belgefilm ên Baroya Amedê pêşkêşî wan kirine, analîz kirine. Li gorî van delîlan û li gorî çêbûna bûyerê modeleke sêber a bûyerê çêkiriye. Bi vî awayî lêkolînek li ser bûyerê kiriye.
“Polîsên cil û bergên medenî li ser wan bûye, gule berdaye”
Saziyê îro rapora xwe aşkere kiriye. Di raporê de ev tişt hatine diyarkirin:
* Beriya ku Elçî bê kuştin, li Kolana Gaziyê êrîşeke din a çekdarî çêbûye. Du endamên şaxê ciwanan ên PKKyî, gule bera du polîsan dabûn û ew kuşti bûn.
* Her du endamên rêxistinê ji cihê bûyerê baz dane û û ber bi Kolana Yenîkapiyê ve reviyan e ku Elçiyî li wir civîneke çapemeniyê çêdikir. Sehneya ku li pey vê, li ber çavên kamerayên civîna çapemeniyê dişopand çêbûye.
* Polîsên civîna çapemeniyê dişopand in ên cil û bergên medenî li ser wan bûne, gule bera endamên PKKyê, yên direviyan dane. Di encama vê pevçûnê de tenê kesek miriye, ew jî Tahir Elçiyê gule li patika wî ketiye.
“Guleyên endamên PKKyê nebûye sedema mirinê”
* Tahir Elçî, saet nêzî 10.55ê, di 7 saniye û 12 kareyan de (7:12) û bi yek guleyê hatiye kuştin.
* Li gorî ku tê xuyakirin, guleyên endamên PKKyê nebûye sedema mirin.
“Ji çekên lûledirêj gule nehatine berdan”
* Di dema ku lêkolîn li ser hatiye kirin de, dengên hemû guleyan dişibin hev. Ti delîl nehatiye dîtin ku di vê navberê de bi çekên lûledirêj gule hatine berdan.
* Tê dîtin ku Tahir Elçî rasterast dikeve ber hedefa her sê polîsên li cihê bûyerê (A, C û D) û dîsa hatiye dîtin ku ev her sê polîs zêdetirî carekê gule berdan e.
* Polîsê bi navê C, tekane polîs e ku pêşiya wî vekirî ye û bêyî li ber wî astengiyek hebe ber bi Elçiyî guleyan berdide.
* Di encama lêkolînê de derneketiye holê ku kîja polîs berpirsê kuştina Elçiyî ye lê polîsên di bin gumaneke xurt de ne hatine tespîtkirin.
* Ji derveyî vê lêkolînê ye ku gule bi armanca kuştina Elçiyî hatiye berdan an na.(AS/FD)