Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandmeha ji bo terorê” têne dadkirin. Dadgeha Stenbolê îro Alk. Doç Dr. Ozlem Beyaslan(Zanîngeha Boazîçîyê) û derdêra zanîngeha Bîlgîyê, Meral Akbaş dad kirin.
Bixwîne - Ji destpêkê heta îro çi bûye?
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandmeha rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Dr. Burak Ülman dê li Dadgeha Cezayên Giran a 34. a Stenbolê cara sêyem bihata dadkirin lê ji ber ku piştî bêhnvekirina(navbera) edlî heyeta dadkirinê guheriye û dadgehê diyar kiriye ew li benda destûra Wezareta Edaletê ne, akademîsyenê navborî nehatiye dadkirin.
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Biryara cezayê girtinê
bianet kurdî ji destpêkê heta îro nûçeyên “akademîsyenên aştîxwaz” çêdike. Akademîsyenên ji bo wan biryara cezayê girtinê hatî dayin ev in:
Bixwîne - Dozên Akademisyenên Aştîxwaz hatin taloqkirin
* Prof. Dr. Mehşe Erzan - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Prof. Dr. Nesrin Sungur Çakmak - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Prof. Dr. Özdemir Aktan - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Öğr. Gör. Aslı Takanmeh – biryar nehatiye eşkerekirin.
* Doç. Dr. Esra Arsan - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Prof. Dr. Gülhan Türkmeh - 1 sal 3 meh cezayê girtinê.
* Yrd. Doç. Dr. Lütfiye Bozdağ - 1 sal 6 meh cezayê girtinê.
* Prof. Dr. Şebnem Korur Fincancı - 2 sal 6 meh cezayê girtinê.
Ji bo van kesan bêyî ku ji wan bê pirsîn ka ew dixwazin "eşkerekirina hikmî bê paşdedan" an na, hikmê li ser wan hatiye eşkerekirin:
* Lêkolînêr Onur Baysal - 28. Dadgeha Cezayên Giran - Salek û sê meh.
* Dr. Yonca Güneş Yücel - 28. Dadgeha Cezayên Giran - Salek û 6 meh.
* Prof. Dr. Gençay Gürsoy - 37. Dadgeha Cezayên Giran - 2 sal û 3 meh.
(TP/MB)