Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Los Angelesa eyaleta Kalîforniyayê ya Amerîkayê, li ser dîwarê lîseya Ferahyanê ya ser bi civaka ermeniyane, alayên Tirkiyeyê hatiye daliqandin.
Li gor nûçeya rojnameya Agosê, bûyer li derdora saet 04:00ê sibeya çarşemê pêk hatiye û polîsan bûyer wekî “sûcê nefretê” nirxandiye.
Hatiye diyarkirin ku alayên ku hatiye daliqandin, di nav civaka Ermeniyên Los Angelesê de metirsî çêkiriye. Rêvebirê dibistanê Sosî Şanliyanî jî derbarê bûyerê de ji malbatên xwendekaran re name şandiye û gotiye, wan ji bo ewlehiya zarokan tedbîrên pêwîst stendiye.
Khodanian: tiştekê kirête û nayê qebûl kirin
Koordînatorê Ragihandinê yê Komîteya Netewî ya Ermeniyan a li Amerikayê (ANCA) Dickran Khodanianî gotiye, “Di sala 2019an de bûyereke bi vî awayî bi teqez kirête û nayê qebûl kirin” Khodanîanî, di hesabê xwe yê twitterê de gotiye, piştî bûyerê alayên Ermenîstanê li dibistanê hatiye daliqandin. (PT/AY/FD)
* Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji tirkî wergerandiye