Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji 19ê Nîsana 2018ê ve edîtora ETHAyê(Ajansa Nûçeyan a Etkinê) Semiha Şahin û nûçegihana wê ajansê Pinar Gayip di girtîgehê de ne. Dadgeha Stenbolê îro ew dad kirin û biryara berdana rojnamegeran neda.
Dozgerê dadê xwest biryara ji bo dozê paşê bê dayin û rojnameger di girtîgehê de bimînin.
Dîwana Dadkirinê biryar da ku rojnameger dê di girtîgehê de bimînin û dê 27ê Adarê siet 13.30ê bêne dadkirin.
Dîwana Dadkirinê: Serok, Ahmet Uğuz Endam: Dr. Abdullah Ok, Murat Tuncer - Dozger: Hakan Gökalp Uçan.
Şahida/ê dozê diyar kiriye ku îfadeya wî/wê li Emniyetê dayî ne rast e û beşdarî dadkirinê nebûye. Rojnameger beşdarî dadkirinê bûne.
Şahinê diyar kiriye ku tê xwestin rojnameger bêne cezakirin. Gayipê eşkere kiriye ku 9 meh û nîv in ew bi awayekê bêhiqûqî di girtîgehê de ne û ji ber karê wê yê rojnamegeriyê ew hatiye girtin.
123 rojnameger girtî ne
Li gor jimarên 1ê meha yekem a 2019ê li Rapora Çavdêriya Medyayê ya BIAyê hatî weşandin: Li Tirkiyeyê 123 rojnameger ji ber karên rojnamegeriyê bi dozên siyasî hatine girtin û di girtîgehan de ne. Ji wan 123 rojnamegeran, dadgehan ji bo 47 kesan biryar daye, 34 rojnameger hêj dihatin dadkirin. Lêpirsîn li ser 30 rojnamegeran hatibû vekirin. Parêzerên 12 rojnamegeran ji bo dozê daxwaz ji dadgeheka bilind kiriye û li benda bersivê ye.
Di mehên Çiriya Pêşiyê, Çiriya Paşiyê û Kanûna Pêşiyê de heft rojnameger hatine girtin. Dadgehan ji bo çar rojnamegeran hikmê/biryara girtinê daye (Murat Aksoy, Atilla Taş, Kibriye Evren û Rojhat Doğru). Sê rojnameger jî di wan sê mehan de çûne di girtîgehê de û derketine (Hakan Gülseven, Berivan Bila, Sedat Sur).
Sê rojnamegerên girtî di van sê mehan de bi kontrola edlî serbest bûne: Max Zirngast, Ece Sevim Öztürk û Şirin Kabakçı.
Çi bûbû?
Polîsan 13ê Nîsana 2018ê li derdora saet 02.00ê girtibûn ser malên Gayip û Şahînê û ew desteser kiribûn. Gayip û Şahîn û Ferhat Pehivan endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst û Gulsen İmreya ku li Taxa Gaziyê hatibû desteserkirin, 19ê Nîsanê derxistibûn pêşberî dozgeriyê.
Dozgerî bêyî îfadeya wan bistîne, bi tohmeta ku “endamên rêxistinê ne” û “propagandaya rêxistinê kirine” û bi daxwaza girtina wan, ew şandin Dadweriya Cezayan a Silhê ya Nobedar.
Dadweriyê ji bo Semîha Şahînê bi îdiaya ku “endama rêxistinê ye û propaganda kiriye”, ji bo Pinar Gayipê bi îdiaya “endamarêxistinê ye”, ji bo endamê endamê SGDFyê Ferhat Pehlîvan û Gulsem Îmreyê jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” biryara girtinê derxistibû.
(TP/MB)