Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wêne: Walîtîya Bedlîsê
Walîtîya Bedlîsê hefteya borî ji bo 43 gund û gundikên Bedlîsê derketina derve qedexe kiribû. Walîtîyê ji bo du gund dî jî derketina derve qedexe kiriye. Qedexeyê vê sibeyê siet 08:00ê dest pê kiriye.
Walîtîyê diyar kiriye ku operasyona leşkerî dê bê kirin.
Li gor Walîtîya Bedlîsê navê bi zimanê tirkî yê cihên qedexe lê hatiye îlankirin ev in: Ağaçpınar û Ayrancılar.
Bixwîne - Walîtîya Bedlîsê li 43 gund û gundikan derketina derve qedexe kiriye
Gund û Gundikên 21ê mehê qedexe lê hatibû îlankirin ev in:
Çalıdüzü, İçgeçit, Akçalı, Yukarıölek, Aşağıölek, Oğulcak, Kalupat, Dutköy, Karakuş, Aşağıbalcılar, Yukarıbalcılar, Çeltikli, Aşağıyolak, Yukarıyolak, Beşkaynak, Yarönü, Dikme, Yukarıdikme, Aşağıdikme, Bayırlı, Kutlu, Akgün, Çobansuyu, Aşağıçobansuyu, Güllüce, Kınalı, Cevizdalı, Kayalıbağ, Karaca, Esenburun, Uçankuş, Bayramalan, Üçevler, Başmaklı, Dursun, Yukarıçerman, Kaşıklı, Konalga, Ilıcak, Ünaldı, Ağaçdere, Aşağıkoçak, Harmanyeri.
Bixwîne - TIHV: Di 3,5 salên dawiyê de ya kêm 351 caran derketina derve hatiye qedexekirin
Qedexe û encamên wê
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê(TIHV) eşkere kiriye ku ji 16ê meha heştem(Tebax) a 2015ê heta 1ê meha yekem(Kanûna Paşiyê) a 2019ê li 11 bajar û 51 vaçeyan derketina derve hatiye qedexekirin.
1234 rojan qedexe hatiye îlankirin. Li gor îlanên bi awayekê fermî hatîn eşkerekirin 351 caran qedexe hatiye îlankirin.
Bajarê ku herî zêde qedexe lê hatiye îlankirin bajarê Amedê ye. Ji 16ê Tebaxa 2015ê heta îro yanî di 3 sal, 4 meh û 16 rojan de;
Li Amedê 204 caran, li Mêrdînê 54 caran, li Colemêrgê 23 caran, li Şirnexê 13 caran, li Bilîsê 20 caran, li Mûşê 7 caran, li Bîngolê 7 caran, li Dêrsimê 6 caran, li Êlihê 6 caran, li Elezîzê 2 caran û li Sêrtê 9 caran derketina derve hatiye qedexekirin.
(AS/MB)