Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Duhî salvegera girtina kampa Auschwitz-Birkenauê bû. Di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de li gor jimarên fermî 6 milyon kesên cihû hatine kuştin. Ji bo bîranîna holokostê rêûrism hatine pêkanîn.
Herweha di dema Holocostê(qirkirina cihûyan) de 800 hezar kesên roman jî hatine kuştin. Ev jimar nîvê hemî serjimara romanên li Ewropayê bûye.
Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî sala 2005ê 27ê meha yekem wek roja bîranîna Holocostê qebûl kiribû.
FM @HeikoMaas: Auschwitz was liberated 74 years ago. We must always remember, we must never be indifferent. And we have to draw lessons from our history: it is on us to defend our liberal democracy. Never again fascism, never again Auschwitz. #WeRemember #HolocaustRemembranceDay https://t.co/07H28cbS7e
— GermanForeignOffice (@GermanyDiplo) 27 Ocak 2019
Wezîrê karên derve, Heiko Maasî li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsîye:
“Divê em her dem bînin bîra xwe, divê ev yek her dem bi vî awayî be. Divê em ji serhatiyên xwe dersan bistînin. Yek ji erkên me parastina demokrasîya lîberal e. Çênabe careka dî faşîzm hebe, çênabe careka dî Auschwitz hebe.”
(PT/MB)
Çavkanî: Şalom û Wikipedia