Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandmeha ji bo terorê” têne dadkirin.
Dadgeha Cezmehên Giran a 36. a Stenbolê îro lêkolînerê bi navê C.E. dad kirin. Dagehê salek û sê meh cezmehê girtinê da wî. Dadgehê biryara ji bo dadkirinê îlan nekir û biryar bi paş de da.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandmeha rêxistinê” doz li akademîsyenan vekiribû.
Parêzerê C.Eyî, Sevgi Kalanê diyar kiriye ku dadkirin ne li gor ûsûlên dadkirinê hatine kirin.
“Gelekê eşkere ye ku ev biryar rasterst mafê xwe-îfadekirinê binpê dike.
Çi bûbû?
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandmeha rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 5ê Îlona 2018ê 258 akademîsyen hatine dadkirin. Dadgehan ji bo her yek ji 19 akademîsyenan salek û sê meh cezmehê girtinê dane.
Bixwîne - Dozên Akademisyenên Aştîxwaz hatin taloqkirin
Alk.Doç. Dr. Esra Mungan, Alk.Doç. Dr. Muzaffer Kmeha û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Alk.Doç. Dr. Meral Camcı (31ê adara 2016ê) bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandmeha rêxistinê” hatin girtin. Di 22yê Nîsana 2016ê serbest bûbûn.
* Prof. Dr. Mehşe Erzan - 1 sal 3 meh cezmehê girtinê.
* Prof. Dr. Nesrin Sungur Çakmak - 1 sal 3 meh cezmehê girtinê.
* Prof. Dr. Özdemir Aktan - 1 sal 3 meh cezmehê girtinê.
* Öğr. Gör. Aslı Takanmeh – biryar nehatiye eşkerekirin.
* Doç. Dr. Esra Arsan - 1 sal 3 meh cezmehê girtinê.
* Prof. Dr. Gülhan Türkmeh - 1 sal 3 meh cezmehê girtinê.
* Yrd. Doç. Dr. Lütfiye Bozdağ - 1 sal 6 meh cezmehê girtinê.
* Prof. Dr. Şebnem Korur Fincancı - 2 sal 6 meh cezmehê girtinê.
(TP/MB)