* Foto: Tezcan Ekizler - AA/İzmir
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
342 karkerên Şîrketa Sîstema Trênan a Îzmîrê (İZBAN) bi daxwaza zêdekirina mehaneyan, di grevê de bûn. Serokomariyê 8ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) ya 2019ê bi biryarnameyekê greva karkeran ji bo 60 rojan taloq kiribû ku greva wan meheke berdewam dikir.
Li gorî zanyariyan peyman di navbera her du aliyan de hatiye îmzekirin. Li gorî vê peymanê wê mehaneya karkeran ji sedî 26 bê zêdekirin.
Bixwîne - Serokomariyê greva karkeran a li Îzmîrê qedexe kiriye
Şîrketê biryara lihevkirinê li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê ragihandiye.
Huseyîn Ervuz Serokê Sendîkaya Demiryol-İşê yê Şaxa Îzmîrê wiha gotiye:
“Mixabin em negihiştin wan armancên xwe ku ji bo wan me dest bi grevê kiribû. Di nava van şert û mercan de me ev encam bi dest xistin. Ew ihtimala me jî nîne ku di nava 60 rojan de em careke din bikaribin dest bi grevê bikin û wê biçûya ber destê Desteya Bilind a Hakeman.
“Me weke Demir İş ê di sala 2018ê de li ber destê Desteya Bilind a Hakeman 48 peyman qedand. Lê tenê di yekê de jî ji sedî 5 zêdekirin nebû. Çi ji destê karkerên İZBANê hatiye wan ew kiriye.”
Çi bûbû?
Piştî ku pêşniyara zêdekirina mehaneyan a karkeran nehatibû qebûlkirin, karker 10ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) a 2018ê dest bi grevê kiribûn.
İZBAN şîrketa hevpar a Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê û Saziya Rêyênhesinî ya Dewleta Komara Tirkiyeyê (TCDD) ye. Karker û rayedarên şîrketê gelek caran hatine ba hev lê di rêjeya zêdekirina mehaneyan de li hev nekiribûn. Rêveberiya İZBANÊ diyar kiribû ku ew ji sedî 26 zêdekirina mehaneyan pêşniyar dikin, lê karkeran ev daxuyanî qebûl nekiribûn û gotibûn ku pêşniyareke bi vî awayî li wan nehatiye kirin. ((OI/EKN/FD)