Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Gulustan Kiliç Koçyigit, parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê, ji bo heyetek ji Komisyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Parlamentoyê biçe Girtîgeha li Grava Îmraliyê serî li Komisyonê daye. Serokê PKKyê Abdullah Ocalan li wê girtîgehê tê girtin.
Koçyigitê daxwaz kiriye ku heyeta wê bê avakirin, bila biçe lêkolînê li girtîgehê bike.
Leyla Guven, Parlamentera HDPyê ya Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), ji bo tecrîda li ser Serokê PKKyê Abdullah Ocalanî bê rakirin, 75 roj in ku di greva birçîbûnê de ye.
Di serlêdanê de Koçyigitê greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê jî bibîr xistiye û gotiye ku her weha zêdetirî 230 girtî bi heman armancê di greva birçîbûnê de ne.
“Nikare xwe bigihîne ti mafan”
Di daxwaznameyê de hatiye diyarkirin ku “Abdullah Ocalan ji 27ê Tîrmeha 2011ê û pê de nikare bi parêzerên xwe, ji 6ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) ya 2014ê û pê de nikare bi malbata xwe re û ji 5ê Nîsana 2015ê û vir ve jî nikare bi heyeta Îmraliyê re hevdîtinê bike” û hatiye gotin ku “Abdullah Ocalan nikare xwe bigihîne ti mafên bingehîn.” (AS/FD)