Wêne: Nadire Mater
Ji bo nûçeya Tirkî / ingilîzî bitikîne
Partiya Gelan a Demokratîk “Rapora Zererên Civakî yên Sala 2. a Rewşa Awarte” li Stenbolê eşkere kir. Wekîlê HDPyî, Ömer Faruk Gergerlioğluyî rapor xwend.
Komeka ku serokê wê Doç. Dr. Bayram Erzurumluoğlu ye rapor amade kiriye. 3776 kesan bersiva pirsên ji bo raporê dane.
Bixwîne - Rapora du salên piştî hewildana derbekirinê ya 15ê Tîrmehê
Sê beşên raporê hene: Ew kesên rasterast ji ber Rewşa Awarte mexdûr bûyîn, nas û lêzimên wan kesên mexdûr û ew kesên ne mexdûr.
Encamên Berbiçav
Dema Gergerliogluyî rapor xwendî, wêne: Tansu Pişkin/bianet
Hin beşên berbiçav yên raporê ev in:
*Ji sedî 99,64yê kesên hatîn dadkirin ji beriya 15ê Tîrmehê(Hewildana Derbekirinê) qet nehatine dadkirin û lêpirsîn li ser wan nehatiye amadekirin.
* Ji sedî 83yê kesên bi Rewşa Awarte mexdûr bûyîn dixwazin ji Tirkiyeyê biçin
*Ji bo ji sedî 70yê kesên ku bi KHKyan(Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de) lêpirsînnameyek nehatiye amadekirin.
*Di dema Rewşa Awarte de garantîya kar û hiqûqê ji destê mexd»ûran de hatiye derêxistin.
*Pêvajoyên Rewşa Awarte û KHKyê têkiliyên malbatî û têkiliyê çîranîtîyê têk birine.
(TP/MB)