Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hrant Dink, Berpirsê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê, di 12emîn salvegera kuştina xwe de li Tirkiye û Cîhanê wê bi çendîn bernameyan were yadkirin. Dink 19ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) ya 2007ê di encama sûîkastekê de hatibû kuştin.
Weke her sal wê îsal jî wê li ber avahiya berê ya rojnameya Agosê ya li Osmanbeya Stenbolê bernameyek çêbibe. Dînk li ber vê avahiyê hatibû kuştin. Bername wê saet di 15.00ê de dest pê bike.
Ji bo vê bernameyê, Hevalên Hrantî, bi gotina “Ji bo em bibêjin em li vir in Ahparig”, “12 sal borî: Hrant Dînk nîne, edalet nîne, dest jê berdan nîne” banga beşdariya bernameyê kirine.
Bernameyên din wiha ne:
Li Zanîngeha Bogaziçiyê konferansek wê çêbibe
Beşa Têkiliyên Navnetewî û Zanista Siyasetê, Beşa Sosyolojiyê û Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Bogaziçiyê ji sala 2008ê û vir ve konferansa bi navê Ji bo Bîranîna Hrant Dînkî Azadiya Xweîfadekirinê û Mafên Mirovan çêdike. Îsal wê Raja Shehadeh, nivîskar, hiqûqnas û mafparêzê filistînî beşdarî konferansê bibe.
Bername 18ê Kanûna Paşiyê roja înê saet di 15.00ê de li Albert Long Hallê wê bi rê ve biçe.
AKA-DER jî wê bernameyekê çêbike
Komeleya Lêkolîn û Çandê ya Anadolûyê li Enqereyê wê 18ê Kanûna Paşiyê roja înê saet di 19.00ê de bernameyeke bîranînê çêbike. Mîthat Sancar û Pakrat Estûkyan wê beşdarî bernameyê bibin û biaxivin.
Li Îzmîr, Datça, Stenbol, Berlîn û Kolna Almanyayê, DYA, Belçîka û hin cihên din jî wê berdame li dar bikevin.
* Çavkanî: agos.com.tr
(HA/FD)